Girtiya Nexweş Dîcle Bozan ku li şûna were emeliyatkirin, bi hinceta ‘mekîne xirabe ye’ û ‘doktor nînin’ nayê dermankirin. Ew li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê, bi vî halê xwe ji mirinê re hatiye hiştin.
Parêzera wê Gulîzer Tuncer destnîşan kir ku wan gelek caran miracaetî Dozgeriya Komarê ya Xarpêtê û dadgeriya înfazê kiriye û lê ev bê encam maye.
Dîcle Bozan a li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê ragirtî û çîpek wê hatiye birîn, roviyên wê jî ji derve ne û divê demildest bê dermankirin. Lê bi hinceta doktor nînin û makîne xerabe ye nayê emeliyatkirin.
Dîcleyê di nameya xwe de diyar kir ku ew nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne û di heman demê de ji ber nexweşiya epîlepsiyê di hucreyê de ji hişê xwe diçe û divê demildest bê dermankirin.
Dewleta Tirk wisa jî dikuje
Dîcle ya ji ber parçeyên şarapnelê ya di bedena wê de û ji ber roviyan divê bê emeliyatkirin, diyar bu ku 5 caran birine Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê lê nebirine cem bijîşk û mafê tenduristiya wê ji dest hatiye girtin. Hat diyarkirin ku bi hinceta bijîşk tune ye ji rîngê dernexistine û carekê jî 5 saetan di rîngê de hatiye sekiandin. Dîcleyê ev rewş wek şîdeta derûnî nirxand û got ew dixwaze bê dermankirin.
Parêzer Gulîzar Tuncer got, wê ji bo muwekîla xwe bi dehan cara miracaetî Dozgeriya Komara Xarpêtê û dadgeriya înfazê kiriye lê encam negirtine û wiha domand, “Ger bê emelyatkirin kesek refakatê bike dikare li Dîcleyê binêre. Pêkanîna li hemberî wê êşkence ye. Dermankirina wê tê astengkirin. Nexweşa giran e. Em vê qebûl nakin. Divê demildest bê berdan.”
Dîcle Bozan Nîsana 2017’an li Dêrsîmê di şerekî de bi giranî birîndar bû, hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê.
JINNEWS/AMED