Êşkenceya li girtiyên azadiyê
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê çû Girtîgeha Osmaniyeyê bi girtiyan re hevdîtin kir û çavdêriyên xwe yên li wir bi raya giştî re parve kir û got: “Êşkence li girtiyan tê kirin. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê. Jimartina li ser piyan li wan tê ferzkirin. Dest datînin ser nameyan û cezayên dîsîplîna pêkanînên kêfî li wan dibirrin.”
Komîsyonê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Baroya Amedê der barê hevdîtina bi girtiyên li Osmaniyeyê re, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên baroyê beşdarî civînê bûn. Parêzer Yusuf Çakal di civînê de axivî û rapor aşkere kir. Çakal diyar kir ku ew li ser daxwaza malbatên girtiyan çûne Osmaniyeyê bi girtiyan re hevdîtîn kirin e ew ê çavdêrî û beyanên girtiyan vebêjin.
Çakal anî ziman ku li girtîgehê xwestine dest deynin ser girtekên hevdîtina bi girtiyan re û got: “Me bi 8 girtiyan re hevdîtin kir. Hevdîtina me bi kamerayê dihat şopandin. Du karmendên girtîgehê jî hevdîtina me dişopandin. Karmendên înfazê yên girtîgehê girtek û nîşeyên me lêkolîn kirin û xwestin dest deynin ser.”
Dengê êşkencê li girtîgehê belav bû
Çakal destnîşan kir ku di laşên girtiyê bi navê Abdulkadîr Barbars de werimandin û reşbûn heye û got: “Ji sê mehan zêdetir e girtî Abdulkadîr Barbars di hucreya yek kesî de bêyî ku hincetek bê nîşandan, tê ragirtin. Ev girtî merûzî gefên girtiyên edlî yên li kêleka xwe tê. Di vî warî de her tim miracaetî îdareyê dike. Herî dawî di 19’ê Tîrmehê de rewşê ji Miduriyeta Girtîgehê re dibêje û piştre komek ji 15-20 kesên karmendên girtîgehê êriş birine ser. Dest û lingê wî kelepçe kirine û ew derb kirine. Tevî ku dizanin ji dilê xwe aciz e jî zext li dilê wî kirine. Nehiştine ku nefesê bistîne. Me li gel wî hevdîtin kir û di dest û lingê wî de şopa kelepçe bûye birîn. Di qirika wî de şopên êşkenceyê hene. Di her devera laşê wî de werm, reş û şînbûn û şopa derban heye. Girtiyên din ên li heman girtîgehê, ragihandin ku dengê kêliya êşkenceya li Abdulkadîr Baybars ji qawîşên wan jî hatiye bihîstin.”
Bijîşkên dijminê mirovan
Çakal bal kişand ser helwêsta bijîşkan a li dijî girtiyan û got: “Mehmet Faruk Engîn ê girtî, gava diçe revîrê, rastî helwêsta bijîşkan a weke ‘hûn sûcdar in, hûn heq dikin’ tê. Girtî rastî heqaretan tên û nayên muayene kirin. Di heman demê de girtiyê bi navê Akar Îkbal jî, nexweşiya wî ji milê wî heye û nikare milê xwe bilivîne. Ev du sal in nayê dermankirin.”
Çakal da zanîn ku li girtîhan ji ber ku girtî hejmara li ser piyan qebûl nakin, rastî cezayên kêfî yên disîplînê tên û got, “Hemû girtî, rastî ferzkirina hejmara li ser piyan hatine. Ev demeke dirêj e ku li girtîgehê aktîvîteyên civakî nayên kirin. Rojname û kovarên girtî dixwazin, nadin wan. Pirtûkan nadin girtiyan. Bi awayekê kêfî dest datînin ser nameyên girtiyan.”
Çakal di dawiyê de doza lêpirsîneke îdarî û edlî bike jî, dewleta Tirk wiha xuya nake ku dest bide êşkencekarên xwe. MA/AMED