Çar jinên endamên Atolyeya Sînema ya Înîsiyatifa Jinên Serbixwe (BKÎ), li ser binpêkirina mafan û îşkenceya li dijî 4 jinan filmek çêkirin. Ev her çar jin ên film behsa wan dike, piştî çalakiyên Geziyê hatine girtin. Navê filmê jî “Ez ji bo hevalên xwe fikaran dikim” e. Jinên endamê BKÎ’yê 4 jinên ku di berxwedana parka geziyê de li Îzmirê hatin binçavkirin û girtin û piştre rastî êşkenceyê hatin dişopînin û serhatiya wan dikin filmê sînemayê. Derhênera Fîlm Julide Aslan, anî ziman ku Atolyeya Sinemaya BKÎ’ê armanc dike ku filman bi nerîna jinê vebêje û di vê fîlmê de behsa jinên di nava tevgera jinan de tê kirin.
Platforma jinan ava kirin
Aslan, anî ziman ku 4 jinên hatin binçavkirin, ji binçavkirinê heta girtinê rastî lêgerîna tazî, tundî û zextên cur be cur hatine û bi vê fîlmê vê şideta li ser jinan tînin ser perdeya sipî a sînemayê. Aslan, anî ziman ku ji bo piştevaniya parêzer û derûnînasan bi pêş bixin û piştevaniya jinan xurt bikin, Platforma Jinan a Îzmirê ava kirine. Aslan, destnîşan kir ku bi vê fîlmê armanca wan e ku jinên bi navê jina bi rengê sor, jina bi rengê reş û jina bi çetelastîk bûne yek û di çalakiyên Geziyê de tên nasîn, bidin xuyakirin.
IZMÎR