Kovara çand-huner û wêjeyê Roza, 2 mehan carekê derdikeve û heta niha 10 hejmarên xwe weşandine. Ji van deh hejmaran 4 hatin komkirin û tevî ku nivîskarên wê ji girtîgehan in, gihiştina girtiyan a kovarê jî tê astengkirin.

Kovar niha amadekariyên hejmara 11´an dike. 
Der barê kovarê de biryara komkirinê tê dayîn, rêveberên kovarê jî di bin dorpêça lêpirsînan de ne. Der barê hejmara 6’emîn a kovarê de Gerînendeyê Weşanê yê Kovarê Mehmet Salîh Erşarî yê li Antalyayê, bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin û dozgeriya Enqereyê ew vexwend îfade danê. 
Eşarî têkîldarî mijarê got, kovar beriya OHAL’ê jî rastî zextan dihat, û bi OHAL’ê re jî biryara komkirinê hat dayîn û ev xweranegirtina dewletê ya li Kurdî û çanda Kurdî nîşan dide. 
Li aliyê din xebatkara kovarê Şehrîban Zuhurlî yê ku 25’ê Mijdarê li Enqereyê bi komek xwendekaran re hat binçavkirin jî hat girtin. 


 ENQERE