Roza Metîna di Pirtûkxaneya Bideng de demekê ‘deng’ û ji zarokên astengdar re çîrokên bi Kurdî dixwendin. Qeyûmê delweta Tirk ev pirtûkxane girt û Roza Metîna li ser meseleyê dibêje, “Astengkirina projeya Pirtûkxaneya Bideng, careke din êşkenceya sîstematîk a li ser zarokan pêk tê, nîşan dide.”

Pirtûkxaneya Bideng sala 2014’an bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû vekirin. Qeyûmê dewleta Tirk a dagirker pirtûkxane girt. Ji bo zarokên astengdar bigihêjin çavkaniyên bi zimanê dayika xwe pirtûkxaneya bideng hatibû vekirin. Pirtûkên bideng li malpera înternetê ya şaredariyê hatibûn barkirin; lê qeryûm xwegihandina wan jî asteng kir. Yek ji kesên di pirtûkxaneya bideng de pirtûk dixwendin, rojnamevan û nivîskar Roza Metîna bû. 

 

Girtina wê nayê qebûlkirin

Roza Metînayê dibêje, di çarçoveya xebatê de bi Kurmancî, Dimilkî û Soranî pirtûk hatine xwendin û ev polîtîkaya qeyûm nayê qebûlkirin.

Roza Metînayê balê dikişîne ser armanca sereke ya xwendina çîrokan û dibêje: “Armanca pirtûkxaneyê ev bû zarok bi çand û zimanê xwe bijîn. Zarokên astengdar bi saya vê gûhdarîkirinê, hîn dibûn û di vê çarçoveyê de bi ziman û çanda xwe jî dijiyan. Di vê pêvajoya ku asîmîlasyonê de astengkirina vê projeyê  careke din êşkenceya li dijî zarokan derxist holê.”

Roza Metîna diyar dike ku keda mamosteyên Kreşa Zarokistanê jî di projeyê de heye û gelek mamosteyên kreşê, bi destê qeyûm, 21’ê Sibata Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, ji kar hatin derxistin. Roza Metîna li dijî rewşê bi yek dermanî dizane û ew jî xurtkirina xwebirêxistinkirinê ye.


JINNEWS / AMED