
Li gorî nûçeyeke BasNewsê Serokê ENKS´ê Îbrahîm Biro nameyek ji hikûmetên welatên Ewrûpî û ji Emerîkayê re şandiye, tê de gazin ji Rêveberiya Xweser a Rojava kirine û ji wan welatan xwestiye alîkariya eskerî nedin Rojava. Li ser mijarê ji dîplomatên Rêveberiya Xweser li Elmanyayê û nûnerê xwerêveberiyê Sîpan Îbrahîm got, ev karê reşkirinê ye, ne li xêra berjewendiyên gelê Kurd e û li dijî îradeya gelê Kurd e. Sîpan Îbrahîm di nava bersiva xwe de her wiha got, hêzên eskerî yên Elman jî li Reqayê hene.
Li gorî nûçeya BasNewsê, Serokê ENKS´ê Îbrahîm Biro nameyeke “nerazîbûnê ji hikûmetên Ewrûpî û ya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê re şandiye. Di vê nameyê de Biro gotiye, “Alîkariyên eskerî yên ji bo Rojava (bi xwe gotina PYD´ê bi kar aniye), li dijî gelê Rojava tên bikaranîn” bi vî awayî xwestiye alîkariya eskerî ji Rojava re neyê kirin.
Li ser vê mijarê ku belgeyeke eşkere û lixwemukirhatineke sosret a ENKS´ê ye di wî warî de em bi nûnerê Xwerêvebeirya Xweser a Rojava li Elmanyayê Sîpan Îbrahîm re peyivîn. Îbrahîm bi bîr xist ku karê derdorên ENKS´ê her reşkirina Rojava ye û ev name ne karê wan ê pêşî yê di vî warî de ye û ne jî yê dawiyê û wiha peyivî: “Ew timî li dijî gelê Kurd in. Ev ne li xêra gelê Kurd e, ev li dijî îradeya gelê Kurd e. Herçî dîplomasî ye, li ser erdê li Rojava ew li petaxê ketine û bi reşkirinê dixwazin nîşan bidin û bibêjin; va ye em hene. Hinek li pişta wan in. Hinek ji wan re van nameyan dinivîsin, û em dizanin ew kî ne.”
Siyaseta fitne, fesadî û belavokan
Sîpan Îbrahîm ji bo îdîayên elaqedarî zexta PYD´ê li dijî ENKS´ê jî got:” Li Rojava ev hêz bi tenê fitnê û fesadiyê dikin û li ser vê fitnê û fesadiyê jî belavokan belav dikin. Ew dibêjin, em bi temamî Rojava red dikin, qebûl nakin. Ma tiştekî wisa dibe? Nexasim di vî halî de ku li Rojava şerê DAIŞ´ê tê kirin? Divê buroyên xwe qeyd bikin da ku werin parastin, divê çalakiyên xwe qeyd bikin, destûrê bistînin da ku werin parastin. Li şûna vê fitnê ya li berjewendiyên gelê Kurd tê ew bû ku bi destê şervanan bigirta û li pişta vî gelî bûya.”
Her tişt li gorî qanûnê ye
Li ser pirsa girtin yan jî binçavkirina endamên ENKS´ê jî nûnerê Rojava li Elmanyayê Sîpan Îbrahîm got, sedema sereke ew e ku dehan buroyên xwe vedikin, tevî ku tên hişyarkirin jî van buroyan qeyd nakin û wiha peyivî: “Ji ber diziyê, ji ber hin tiştên şexsî jî kesek were girtin, radibin çalakiyan li dar dixin, wekî ku siyasî be. Rast e hin kes tên girtin, endamên ENKS´ê jî hene di nava van de. Lê her tişt li gorî qanûnê ye. Buroya vedikin, rêveberî dibêje, li ser çavan, lê qeyd bike, da ku ez karibim biparêzim. Tiştek biqewime, ez biparêzim. Ew qeyd nakin. Meş û çalakiyan bê destûr û bê agahdarkirin dikin. Dîsa jî dema asayîş pê dihise wan diparêze. Gelek caran ew êrişî asayîşê dikin û provokasyonan dikin. Ji ber van sedeman tên girtin li gorî qanûnê. Ew tên mehkemekirin. Hinek jî di nava çend saetan de dadgehkirina wan bi dawî dibe, bi pirranî tên berdan. Yên ku sûcên wan giran mehkemeya wan jî dewam dike.”
Helbet dizanin
Li ser pirsa ka cihê lê tên ragirtin eşkere ye yan wekî îdîayan, ev dever veşartîne, Sîpan Îbrahîm got: “Malbat, kes û xizmên wan tên agahdarkirin, helbet dizanin. Ma ne, dema çalakiyan dikin, dibêjin, filan kes li asayîşa Amûdê ye yan jî li filan asayîşê ye û çalakiyan li dar dixin. Di rastiyê de, dema qeyd bikin û belgeya xwe ya fermî bistînin, dikarin buroyên xwe jî vekin, çalakiyan jî li dar bixin.
Qîmetê wan nemaye
Li ser bibîrxistina nameyê serokê ENKS´ê û tesîra wê ya dîplomatîk jî, Nûnerê Rojava yê li Berlînê Sîpan Îbrahîm got: “Ciwanan sor dikin, fitne û fesdaiyê dikin. Lê qîmetê wan nemaye. Dewletên dinyayê êdî bi xwe bi wan dizanin. Lewma bi xwe li ser erdê, li cihê cih hene. Ew bi xwe dibînin li Rojava çi heye û çi nîne. Bi daxuyanî û gotinên ENKS û giregirên wê ti qîmetê nadin. Dagirkeriya dewleta Tirk heye, komkujiyên terorîstan hene, û tehlûkeyên komkujiyan hene, rejîm heye. ENKS´ê heta niha li dijî wan çalakiyek jî li dar nexistiye. Bi tenê li dijî Rojava. Va ye wê Reqa were rizgarkirin, wê jî rexne dikin. Li Reqayê eskerên Emerîkî hene, yên gelek welatan hene, eskerên hêzên Elmanyayê jî hene.”
LUQMAN GULDIVÊ