Leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 30 mîhên xelkê gundê Bişûn a ser bi Mêrgesorê dan ber gulayan. Mîhên hatin gullebarankirin hemû mirin.

Gundiyekî dîmenê komkujiyê girt û di dîmen de bi qasî 30 mîhên kuştî xuya dikin. Gundî dema dîmen digire diaxive û dibêje, leşkerên artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 30 mîhên gundiyan bi gullereşandinê kuşt.

Dîmen 7’ê Sibatê hatiye girtin. Gundî di dîmen de bang li her kesî dike, da ku van kiryarên leşkerên artêşa Tirk a dagirker qebûl nekin.

 

 ROJNEWS/MÊRGESOR