Li navenda çanda Çoman şahiyeke helbestan hat li darxistin. Di şahiyê rexneya giştî ya li helbestvanên îro yên li Başûrê Kurdistanê hat girtin ku bi mijarên civakî jî danakevin. Divê helbestvan rewşa civakê biêxe ber çavan û balê bikişînin, ser pirsgirêkên civakê.

Navenda Çanda Çoman ji bo helbestvan Telet Tahir şahiyeke helbestan li avahiya Navenda Çandî ya Çoman li dar xist.

Netewebûnê bi helbestê dest pê kir

Di destpêka şahiyê de Telet Tahir behsa girîngiya helbest û edebiyatê kir. Telet Tahir got; “Dîroka helbestan ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e, helbestvanên Kurd beriya siyasetê xebata netewebûnê dest pê kirine. Gelek destketiyên girîng bi dest xistine, ji bo vê Kurd deyndarên helbest û edebyatê ne. Lê mixabin niha ti girîngiyek nayê dayîn û tê paşguhxistin.”

Tahir di dewama axaftina xwe de rexne li şairên îro girtin ji ber ku şiira xwe li mijarên civakî girtine û miha dewam kir: “dikarin di helbestên xwe de behsa pirsgirêkên civakê bikin, lê vê yekê nakin.” Tahir diyar kir ku tenê helbestên niha li ser du evîndaran tên çêkirin, zêde balê nakêşin ser civakê. Piştî wê çend helbestên li ser pirsgirêkên civakê hatin xwendin. Şahî bi xwendina helbestan bi dawî bû.

 

ROJNEWS / ÇOMAN