Hunermendê Kurd ê Hewramanî Ador Hooyar ku evîn, bawerî û hezkirina xwe bi muzîkê tîne ziman, her çend rejîma Îranê îşkence lê kir û tiliyên wî şikandin jî, ew dest ji evîna muzîkê bernade. Hooyar ku ziman, çand û hunera wî hatiye qedexekirin û ji bo careke din li têlên tembûrê nexe tiliyên wî hatine şikandin, ji bo hunereke ku nehatiye keşifkirin têdikoşe. Hooyarê sirgûn hatiye Tirkiyeyê û bi hunera xwe ya muzîkê hewl dide di riya “şerîet û merîfetê bigihîje terîqatê.” 
Hooyarê ku di temenê 38 salî weke sofîtiyekî ye ku her wiha li ser rêya silûkê xwe ji dinya manewî dûr kiriye. Ew hîn zarok e, hatiye sirgûnkirin û di 16 saliya xwe de rastî êşkenceyê tê û piştî vê yekê dikeve nava cîhana muzîka Îranê. Hooyar, bi deng û tembûra xwe, berevajî gunehbariya “hawara li dijî Xwedê” bêhtir “îsyan û hawara li dijî neheqiyê” ye. Hooyar, niha li Enqereyê bi kursên erbane û tembûrê ne tenê muzîkê fêr dike, felsefe û dîroka jiyana muzîkê jî dide şagirtên xwe. 

Muzîk gihiştina Xwedê ye


Hooyar di destpêka 2016’an de tê Tirkiye û çanda  dînê Yarsaniyî li vir jî dewam dike. Ew bi şêwezarê Hewramî awaz û stranên xwe dibêje û hewl dide çîrok, dîrok û jiyana gelê xwe bi van stranan belav bike. Hooyar diyar dike ku demeke dirêj ziman û Kurdbûna xwe veşartiye û bi awayekî bi dizî dînê xwe Yarsanî tetbîq kiriye. Hooyar tîne ziman ku Yarsanî dînê “Lêgerîna bi riya Şerîet, Terîqet û Merîfetê gihiştina Heqîqetê ye” û dibêje: “Muzîk di heman demê de lêgerîn û gihiştina Xwedê ye. Em bêyî mezheban li ber çavan bigirin têdikoşin û lêgerina me ya heqîqetê ye. Em her kesî wekî xwe dibînin. Li aliyê din em dixwazin bi baweriya xwe li Rojhilata Navîn bibin wekî mezhebeke mînak.”
Hooyar îşaret bi kên nasîna Yarsaniyan dike û dibêje “Lê ev çand û mirov baş nayên zanîn. Ji aliyê Rejîma Îranê ve tê wêdekirin. Bi awayekî bi dizî bi çand û baweriya xwe dijiyan. Wekî Tirkiye li Îranê jî li ser nasnameyên me yên nifûsê ol wekî Îslam dinivîse. Lê tu maf tune ye. Ji ber ku hemû mafên çandî qedexe ne, ev çand roj bi roj winda dibe.” 



Girtin û êşkence


Hooyarê hîn di zaroktiya xwe de bi muzîkê bila dibe, niha bi tembûra 70 salî ruhê mîstîk ê muzîka Kurdistanê derdixe pêş. Ew li gel tembûra 70 salî çanda erbaneyê jî bi pêş dixe. Hooyar ku dikare li hemû amûrên muzîkê bixe, muzîkê weke riya pîroz dibîne. Ew, hêj 16 salî ji ber muzîkê tê girtin vê serpêhatiya xwe jî wiha vedibêje: “Ez girtim û şandim Kampên êsîran ên Iraqê. Ez bi qatil û kasibkaran re di heman odeyê de mam. Ez rastî êşkenceya bi ceyranê hatim. Tiliyên min şikandin. Min 6 mehan nikarîbû bi muzîkê re elaqeder bibim. Xwestin rûmeta min û hestên min bişkînin. Ez rastî neheqî û tecrîda giran hatim.” 



‘Bi muzîkê re rabûm û razam’

Hooyar da zanîn ku di dîroka rejîma Komara Îslama Îranê de yekem kes e ku ji ber muzîke hatiye girtin û rastî êşkenceyê hatiye û got: “Min li girtîgehê koma muzîkê ava kir. Yek ji sûcê min fêrkirina muzîkê bû. Min hewl da ku di hemû warên jiyana xwe de muzîke bi cih bikim. Ez bi muzîkê hişyar bûm û bi muzîkê re razam. Min li gelek deveran konser dan û ligel hemû zext û zoran min muzika xwe dewam kir. “ 
Hooyar dibêje ku ew cudahiyê naxe nava ziman, baweri û çandan û wiha pê de diçe: “Xwedayê min evîn e. Rêya min Xwe Zanibe Xwedayê xwe zanibe û bigihîje heqîqetê, ye. Ez li vir hewl didim çand û muzîkê bi pêş bixim. Li gel astengî, zor û zahmetiyan konserên biçûk dikarim bidim. Ez niha li vir bi hunermendeke dansoz a Koreyî re ji bo xeyalên xwe têdikoşin.






AYŞE SURME  / DÎHABER / ENQERE