Şehîdên meha Gulanê li bajarê Elmanyayê Essenê û li bajarê Franseyê Marsîlyayê hatin bîranîn. 

Li Essen ê ji bo gerîlaya HPG'ê Bêrîtan Serhed ê 3'ê Gulanê jiyana xwe ji dest dayî, civîna bibîranînê hate lidarxistin. Li Marsîlyayê jî şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. 

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Essen ji bo gerîlaya HPG'ê Bêrîtan Serhed (Cemîle Ergon) a 3'ê Gulanê li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dayî, civîneke bibîranînê lidar xist.

Bîranînê du rojan dewam kir. Roja yekê malbatê sersaxî qebûl kirin. di roja duyemîn de jî ji bo Bêrîtan Serhed û şehîdên meha Gulanê civîn hate lidarxistin.

Di merasîmê de her wiha Hakkî Karer, Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Gûrbet Aydin, endamên Konseya Leşkerî yên YJA Starê Nalîn Mûş û Hêlîn Dersim, Fermandarê DKP'ê Ûlaş Bayraktaroglû û Hasan Şakar (Botan Kiçî) hatin bîranîn.

Piştî axaftinan li ser jiyana Bêrîtan Serhed û şehîdên meha Gulanê sînevîzyon hate nîşandan.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, di şexsê şehîdên meha Gulanê de ji bo hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê xwarina fitarê hate dayîn.

Bi qasî 200 kesî bi hev re fitirîn. Parlementera HDP´ê ya Wanê Tûgba Hezer jî beşdar bû û li vir axivî. Hezer  got, "Ji bo jiyaneke bi rûmet, wan ti carî serî netewand, ew ti carî ji têkoşînê venegeriyan. Gel û hevrêyên wan jî bi berxwedanê xwedî li mîrateya wan derketin."

Ji bo Çekdar Botan (Rûhat Tabak), ê par li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa balafirên şer ên Tirk de şehîd bû, êvara 5'ê Hezîranê saet 19´an li NCDK ya li Marsîlyayê bi pêşengiya Ciwanên Azad civîneke wêwere lidarxistin. 


ESSEN - MARSÎLYA