ELÎF MARDÎN/DÎLAN HEREKOL/ROJNEWS/QENDÎL

 

Endamên saziya dirûnxaneya Şehîd Nalîn Şirnex a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di bin hemû şertên zehmet de xebatên dirûtina cilên gerîla dewam dikin, û dibêjin, ji armancên wan e ku ew cilûberhên gerîla bedewtir bikin û bi dirûtina cilên gerîla kêfxweş in. 

Gerîlayên YJA-Starê ku li herêmên Parastinê yên Medyayê xebatên dirûtina cilê gerîla dikin, Toprak Canfeda û Nûjînda Botan xebatên xwe nirxandin. Herdu gerîlayên YJA-Starê ku cilên gerîla yên di çavê gel û ciwanan de xwedî wateyeke mezin in, didirûn, diyar kirin ku di dirûnxaneya wan de tenê gerîlayên jin dixebitin. Li dirûnxaneyên din ên cilûbergên gerîla didirûn, hem jin û hem mêr dixebitin.

Gerîlayan diyar kir ku xebatên dirûtinê her timî dewam dikin û kêfxweşiya xwe ya ji vê xebatê îfade kir. Gerîla Nujînda Botan, sala 2014’an ji Cizîra Botan beşdarî nav refên gerîla bûye û niha jî endameke çalak a dirûnxaneya 4 kesî ye. Ew dibêje, ji hevalên xwe yên gerîla re cilûbergan didirû, ev yek wê kêfxweş dike.

Nujînda li dirûnxaneyê de karê birîn, pîvan û dirûtinê dike. Her roj şeş taxim cilûberg (şal, qutik, êleg) didûrû. Nujînda dibêje, car heye di nava rojê de 8 taxim cil jî didirû. Nujînda ya ku ev du sal in vê xebatê dimeşîne, dibêje; “Em li gorî pêwîstiyên hevalan cilûbergan didirûn. Car heye em rojê 8 taximan jî çêdikin. Pirranî em sê heval rûdinin li ser makîneyan û ez pirranî karê birrînê dikim. Dema vala jî dimînin ji bo dirûtinê alîkariya hevalên din dikim.”


 Berîk zehmet in lê lazim in

Botan ku dibêje cilûbergê gerîla ji şal, qutik û êlegan pêk tê, behsa zehmetiyên dirûtina wan dike û dibêje, “Cilên gerîla zehf berîkên xwe hene û ev jî di dirûtinê de sergêjiyê çêdike.” Nûjînda diyar dike ku ew hemû dema xwe bi karê dirûtinê re derbas nakin û wiha pêde diçe: “Em di heman demê de perwerde jî dibin û perwerdeya îdeolojîk jî heye. Her wisa em pêwîstiyên xwe yên jiyanî jî dabîn dikin.”

 

‘Gerîla serîrakirina li hember dijmin e’

Gerîla Nûjînda wiha wesfa gerîla dike û dibêje, “Bi peyva gerîla yekser kesên ku serî li ber dijmin radikin, li dijî zilmê û koletiyê radibin û zincîrên koletiyê dişikînin, tên hişê her kesî. Ji lewma, wateya cilê gerîla jî pirr mezin e. Li aliyekî şer heye lê, em li aliyê din jiyana xwe nadin sekinandin û jiyana xwe dewam dikin.”

Nûjînda Botan dibêje, di karê dirûtinê de ne şert e ku muheqeq kesek berê xwedî tecrûbe be, û wiha dipeyive: “Her car cihê hevalên vê xebatê dikin tê guhertin. Ez bi xwe jî dema destpêkê hatim hevalek beriya min li vir bû, nêzî 10 rojan ev kar fêrî min kir û paşê min jê dewr girt. Em jî niha hevalên me yên nû tên, hînî vî karî dikin. Yanî tiştên ku em fêr dibin, dewrî hevalên xwe jî dikin. Îro ez li vir im lê, dibe ku sibe li warekî din û xebateke din a têkoşînê cih bigirim. Em xwe li gorî her şert û mercî amade dikin.”

 

Li baniyan hevdîtinên suprîz

Nûjînda dibêje, ew Toprak Canfeda ji malê nas dike û wê bi xwe ew tevlî nav refên gerîla kiriye. Nûjînda Botan kêfxweşiya xwe ya ji vê hevdîtina suprîz tîne ziman û dibêje; “Di nava tevgerê de car heye mirov rastî bûyerên seyr tê. Mînak min di jiyana sivîl de hevala Toprak Canfeda tevlî rêxistinê kir. Niha jî ji bo xebatên me hatiye vesazkirin.”

Toprak Canfeda jî dibêje, ew ji dayika xwe fêrî dirûnê bûye û wiha pêde diçe: “Beriya ez tevlî têkoşînê bibim, min 4 salan di tekstîlê de kar kir. Lê, tecrûbeya min a yekê bi saya dayîka min bû. Ji nû ve dîtina Nûjînda ez gelekî kêfxweş kirim. Hem wê ez  tevlî gerîla kirim, hem jî niha em bi hev re di heman xebatê de ne.”

Canfeda diyar dike ku êdî ew ji qonaxa fêrbûnê bihuriye û êdî dest bi dirûtina cilan kiriye. Canfeda  dibîje, dirûtina cilûbergên gerîla li wê zehmet nebûye, lewma “jiyana gerîla jiyaneke şoreşgerane ye, di demeke herî kurt de mirov xwe fêrî her şertî dikin.”

 

‘Em ê cilên gerîla xweşîktir bikin’

Canfeda diyar dike ku dema ew bi xwe cilûbergan didirû, kela canê wê raidbe û dibêje, “Xebata ku em dikin, em bi kelecan û hezkirineke mezin dikin. Ji bo cilên gerîla her diçe fikrên me yên afirînertir çêdibin. Her diçe em dixwazin cilên xweşiktir bidirûn û em dixwazin cilên gerîla yên heyî hîn xweşîktir û balkêştir bikin. Sedema daxwaza me ya bipêşxistinê jî, ji ber ku cilên gerîla tam li gorî şertên çiya ne, û rehet û pratîk in. Em her şeklekî çêdikin li gorî rehetî, xweşîkî û xweş bikaranîna hevalan eyar dikin.”

 

‘Wateyeke xwe ya mezin ji bo gel heye’

Canfeda diyar dike ku gel pirr ji van cilûbergan hez dike û dibêje, “Ji ber ku ciwanên Kurd bi cilên gerîla ji bo gelê xwe şer dikin, gel jî pirr ji wan hez dike û ji bo wan zahf watedar e. Heybetek û balkêşiyeke xwe ji bo gel heye. Ji ber ku ev cil, cilên wan ciwanan in ku ji bo azadiya wan şer dikin. Her wisa, jixwe cilên gerîla nêzî cilên neteweyî yên Kurdî ne jî û ji wir îlhama xwe girtine. Gelek ciwanên Kurd bi wan cilan şehîd bûne. Beriya beşdar bibim, her xeyaleke min bû ku ez cilûbergên gerîla li xwe bikim.”

 Canfeda diyar dike ku gerîla her kêlî û herdem ji bo her tiştê amade ye û wiha pê de diçe: “Gerîla herdem ji bo her tiştî amade ye. Ji bo her rewşê di amadebaşiyê de ye. Dem û cih tên guhertin. Rewşên awarte jî tên guhertin lê em dibin her şert û mercî de karê xwe dewam dikin û nadin sekinandin. Ji ber ku pêwîstiyeke girîng û zarûrî ye, divê neyê sekinandin.”