
Euskadi Ta Askatasuna (Warê Bask û Azadî-ETA), ku bi dehan salan ji bo rizgariya welatê Baskê şer kir, pêr beşeke girîng a ji çekên xwe yên li Fransayê radest kir. Ev yek li bajarê Bayonne hate pîrozkirin. Lê helwesta serdest a hikumeta Spanyayê balê dikişîne.
ETA'yê sala 2011'an de ragihand ku ew dawî li têkoşîna çekdarî tîne, eşkere kiribû ku ew ê bi rêya civaka sivîl çekên xwe radestî dadgeriya Fransayê bike. ETA li gorî vê daxuyaniya xwe tevgeriya û di çarçoveya koordînatên dayî de, doh li bajarê Pyrênêes Atlantîqûes ê li ser sînorê Spanyayê, 3,5 ton çek, teqemenî û malzemeyên din hatibûn dîtin.
Hat ragihandin ku çek û teqemenî li 8 cihên cuda hatine veşartin û ji bo bi rengekî ewle bên derxistin, operasyon dewam dike.
ETA'yê beşeke girîng a çekên xwe radestî dadgeriya Fransayê kir, Ev yek li bajarê Bayonneyê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi xwepêşandanekê hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên piştgiriyê didin çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Baskê, ev gava girîng a ETA'yê silav kirin.
ANF / PARÎS