BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Seroka EUTCC’ê Prof. Kariane Westerheim, li ser çalakiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan bi rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewrûpayê re hevdîtin kir.

Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewrûpayê (EUTCC), Prof. Kariane Westerheim, li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewrûpayê (KE) re hevdîtin kir.

Di hevdîtina doh de endama EUTCC û seroka Kurd-Akadê Dr. Dersim Dagdevîren, Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewrûpayê Fayîk Yagizay jî beşdar bûn. Di hevdîtinê de, li ser daxwaza berxwedêrên greva birçîbûnê û rewşa wan a tenduristiyê dosyayek hate pêşkêşkirin.

Seroka EUTCC’ê Prof. Kariane Westerheim piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku di hevdîtinê de wan rewşa çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê nirxandiye û rewşa tenduristiyê ya çalakgeran ji rayedarên Konseya Ewrûpayê re ragihandiye.

Bi dawîkirina tecrîdê çareserî ye

Prof. Kariane Westerheim diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxwazên çalakgeran û got, wan ji rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewrûpayê xwestiye, ji bo bidawîbûna tecrîdê zorê bidin dewleta Tirk. Westerheim got, wan di hevdîtinê de destnîşan kiriye ku ji bo tiştek bi kesî neyê, yekane rêya çareseriyê bidawîkirina tecrîdê ye.

Westerheim anî ziman ku wan ji rayedaran re gotiye, li girtîgehan niha 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û yekane kesê karibe greva birçîbûnê bi dawî bike, Ocalan e. Westerheim bang kir ku bersiv ji daxwazên însanî yên çalakgeran re bê dayin û pirsgirêka Kurd jî bi hewldanên dîplomatîk were çareserkirin.

Rapor tê amadekirin

Prof. Kariane Westrheim got, rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewrûpayê ji wan re gotiye, wan bi dewleta Tirk re hevdîtinên dîplomatîk kirine û ji bo çareserkirina pirsgirêkê, hevdîtinên wan didomin.

Westerheim got, detayên van hevdîtina bi wan re nehatine parvekirin, û wiha dewam kir: “Rayedaran ji me re got, ew ê li ser grevên birçîbûnê raporekê amade bikin. Me jî ji wan re got, rewş gelekî acîl e, nabe ku bisekine. Sekreteriyê jî got, mesele ne besît e û dem jê re divê. Lê ya min dîtî baş bû. Bi ya min ev rapor wê didemeke kurt de bê amade kirin.”