Rayedarên kanalên televizyonê yên Kurdan, Stêrk TV û News Channelê pêr li Parlemana Ewrûpayê daxuyaniyek dabû û banga hestiyariyê li sazî û dezgehên Ewrûpî kiribû û xwestibûn zext li şirketa hevkara Tirkiyeyê ya Fransî EutelSatê zext bête kirin.

Bi vê yekê jî çalakiyên Kurdistaniyan li gelek cihan dewam kirin. Yek ji van cihan jî paytexta Ingilistanê London bû. Niştecihên Brîtanyayê li dijî biryara  Eutelsatê ya ji bo girtina kanalên TV´yê yên Kurdî li ber navenda sereke ya kanala ragihandina dewletê ya Brîtanî, BBC’yê xwepêşandanek li dar xistin. 

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Manchester û Lîverpolê (a Kurdan) li hemberî navenda sereke ya BBC´yê ya li paytexta Brîtanya Londonê li dijî biryara Eutelsatê bi rê ve çû.

 'Em Eutelsatê protesto dikin'

Di xwepêşandanê de kiryarên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û li hemberî  biryara Eutelsatê nerazîbûn hat nîşandan. Di xwepêşandanê de pankarta li ser nivîsandî "Em EutelSatê protesto dikin" û dovîzên bi nivîsên bi zimanê Ingilîzî hatin hilgirtin. Çalakgeran bi sloganên xwe balkişandin ser zextên li çapemeniya azad li Tirkiyeyê jî.

Di xwepêşandanê de ji berpirsên BBC’yê hat xwestin ku li hember kiryarên dewleta Tirk helwêstê nîşan bide û parastina serxwebûna çapemenî û azadiya ragihandinê bike.

Xwepêşandêran Ronahî TV, Stêrk TV û News Chanel weke çapemeniya azad û dengê azadîxwazan bi nav kir û ragihandin ku ew bi hemû awayan piştgiriya çapemeniya azad dikin.


LONDON