Yûsuf El-Himo ji aliyê leşkerên Tirk ve hate êşkencekirin û kuştin. Li nexweşxaneyên dewleta Tirk bedena wî hate vekirin û endamên laşê wî hatin derxistin. Girêdayî mijarê kurê apê wî yê bi navê Mihemed Reşîd Ibrahîm ji ANHA'yê re axivî û wiha got: Yûsuf tevî 13 kesan dixwes derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe da ku serdana birayên xwe bike. Leşkerên Tirk gule li wan barandin û Yûsuf girtin. Me gelek caran hewl da pêre bikevin nava têkiliyan, lê telefona wî bersiv nedida. Piştî du rojan ji girtina wî, malbatê berê xwe da devera sînor. Li wê derê ji malbatê re gotin ku Yûsuf jiyana xwe jidest daye û li nexweşxaneya Ceylan Pinarê ye."
Pêşî êşkence kirin
Ibrahîm bal kişand ser şopên êşkenceyê ku li bedena wî xuya dikirin û got: "Şopên êşkenceya bi ceyranê, şopên pêlavên leşkerî li zik, lingê wî xuya dikirin. Her wiha guleyek li serê wî ketibû. Ev yek nîşan didin ku piştî êşkenceyê ew kuştine." Di wêneyên ku ji Yûsuf re hatine girtin de, diyar dibe ku bedena wî hatiye vekirin û endamên wî hatine derxistin. Derbarê vê de Ibrahîm wiha axivî: Piraniya endamên bedena wî hatiye jêkirin û derxistin. Şûna wan bi pembo dagirtibûn. Beden bi temamî ji serî heta lingên wî hatiye vekirin. Gurçik, dil û çavek hatiye derxistin."
Endamên bedena wî derxistin
Ji aliyê xwe ve birayê Yûsuf yê bi navê Xelîl diyar kir ku birayê wî şivanê pez bû û ji bo serdanê birayên xwe yê li Bakûrê Kurdistanê xwest sînor derbas bike û got: Paşê me nas kir ku ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatiye girtin. Me ji aliyê xwe ve kesek ji bo serbestberdana wî şand, lê leşkeran xwestibû ku malbat bi xwe amade bibe. Piştî ku me cenazeyê wî wergirt me zanî ku birayê me Yûsuf bi êşkenceyê hatiye kuştin."
SERÊKANÎ