Zimanzan Necmiye Alpay nivîsa “Ez bi Kurdî na peyîvim” a li dibistaneke Şirnexê hatiye vekirin nirxand û got: “Ev nêzîkatî li dijî hemû perwerdeyên zanistiyê ye.” Zimanzan Samî Tan jî got, “Ev yek polîtîkaya bişavtinê ye.”  

Li Dibistana Tumgeneral a Omer Keçecîgîl a taxa Gundogdu ya Şirnexê nivîsa “Ez bi Kurdî na peyîvim” hat vekirin. Zimanzanan ev yek şermezar kir. Zimanzan Necmiye Alpay û Samî Tan ev feraset nirxand û bal kişand ser polîtîkayên bişavtinê.  

 

Şermek e mezin e

Zimanzan Samî Tan jî diyar kir ku ev dewama polîtîkayên bişavtinê ye û wiha axivî: “Dibe ku me hemûyan çîrokên dişibin vê bûyerê bihîstine û hatiye serê me. Lê raya giştî wisan eşkere, li her kesî vekirî nedîzanî. Careke din hat zanîn ku zarokên Kurd bi kîjan trajediyan re rû bi rû ne. Gelek caran li malê jî zimanê Kurdî tê qedexekirin. Di vê rewşê de hêja ye ku derûniya zarokan û hişmendiya dewletê bê lêkolan. Divê bi taybetî  derûnnas hişmendiya wan mamosteyên wan ew şandî wir, lêbikolin. Bi zimanê dayîkê axaftin mafekî herî xwezayî ye. Divê malbat li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Divê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Qaşo zimanê Kurdî mîna dersên bijare dihat dayîn. Qaşo qanûn guhertin û di zanîngehan de beşên bi zimanê Kurdî hebûn. Di vê rewşê de, li ser zarokan ferzkirina vê yekê, şermeke mezin e.” 


Li dijî perwerdeya rasteqîn e

Zimanzan Necmiye Alpay, diyar kir ku wê ev nûçe di hesabên medyaya civakî de dîtiye û wiha axivî: “Gelek kesan ev yek ne rast dît. Ev li dijî ramanên perwerdeya rasteqîn e. Ev yek li ser derûniya zarokan û civakê bandorên ne baş dihêle. Ez wisan difikirim ku ev netewperestî ye. Dibe ku mamosteyeke ciwan û bêtecrûbe be. Ji ber vê şaşiyeke wisan kiribe. Ev nêzîkatiyeke şaş a li dijî hemû rêziknameyên perwerdê ye.” 


MA / STENBOL

 



Li Şirnexê çi qewimî bû




Li Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîgîl a Şirnexê, mamosteyekî nivîsa “Ez ê bi Kurdî neaxivim” li dîwarê sinifê daliqand û axaftina Kurdî li xwendekaran qedexe kir. 

Wêneyê nivîsa li sinifê daliqandî ji aliyê malbata xwendekarekî ve hat kişandin û navê mamosteyê nivîs li sinifê dayî daliqandin nehat zanîn. Wêne li ser tora civakî hat parvekirin. 

Beriya niha jî li dibistana gundê Mendîker ê Şirnexê jî nivîsa “Şehîd namirin û welat parçe nabe” hatibûn nivîsîn û daliqandin. Her wiha dîsa wêneyên banga şer yên tank, helîkoptêr û balafirên şer jî li ser deriyan hatibûn daliqandin.