Partiyên siyasî yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, darbeya li hemberî HDP'ê şermezar kir û bang li hemû partî û aliyan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê.

Li Hewlêrê doh li Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê, li ser biryara Meclîsa Tirk a betalkirina mafê destnedayîna parlamenterên HDP’ê bi beşdarbûna KNK, 

Tevgera Gorran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê, YNK, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê, Tevgera Azadî, Partiya Ayîndeya Kurdistanê li Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê civîna çapemeniyê bi dirûşmeya “Destdana HDP’ê destana me ye” hat lidarxistin.

Di destpêka civina daxuyaniyê de Endamê KNK'ê Celal Kemalzade axivî û got: “Destdana HDP’ê destdana me ye. Gelê me li Bakur di bin zext û zilma AKP'ê de ye. Ew nûnerên ku gelê me şandine, rastî êrişan hatin. Êrîşa li hemberî HDP'ê, êrişa li hemberî me hemûyan e."

 

‘Pirsgirêka Kurd bi şer û zextan çareser nabe’

Celal Kemalzade diyar kir ku divê dadgehên cîhanê vê biryara li ser HDP'ê hatiye girtin şermezar bike û got: "Ev helwêsta li hember HDP'ê  ji bo tirsandin û bêdengkirina dengê aştî û çarseriyê ye. Pirsgirêka Kurd bi şer û zextan çareser nabe. Em daxwaz li hemû partî û aliyan dikin ku piştgiriya HDP’ê bikin. Li dijî nijadperestiyê rawestin."

Ji aliyê Parlamenterê Tevgera Gorran Adil Ezîz ve peymana Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusuv Mihemed hat xwedin. Di peyama xwe de Yusuv Mihemed de weha got: "Mixabin mafê destnedanê li ser HDP’ê bi biryarekê hat rakirin. Lê ti carî nekarî hewldanên bi vî rengî Kurdan ji têkoşînê paşde bide. Cîhan li benda wê bû ku Tirkiye çareseriyê bike lê belê her ku çû rewş xirab bû. Em daxwazê ji Tırkiyê û PKK dikin ku vegerin ser maseya gotûbêjê. Tenê rêya çareserî û jiyana bi hev re li pêşiya me heye."


‘Em li pişta HDP'ê ne’

Serokê Koma YNK'ê ya Parlamena  Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî jî destnîşan kir ku, ti kes nikare bi êrişan, hewldanên aştiyane yên HDP'ê kêm bike û got: “Em li pişta wan in. Bila doza xwe dewam bikin. Kesên ku baweriya wan bi azadî û aştiyê heye li pişt wan e."

Li ser navê Tevgera  Gorran parlamenter Birzo Mecîd jî diyar kir ku ew xwe li hemberî hemû parçayên Kurdistanê berpirsyar dibînin û got: “Tişta cihê rexneya hişk, ew e ku hewldananên ji bo aştî û çareseriyê nabîne. Em hertim wek Gorran li pişta Bakûrê Kurdistanê dikin."

Li ser navê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Şiwan Raber jî axivî û got, “Şer xizmeta pêvajoya aştiyê nake. Em hêvî dikin ku Tirkiye ber bi salên berê ve neçe. Pêwîst e mafê Kurdan were misogerkirin li Tirkiyeyê. Em di wê baweiryê de ne ku her kes ji şîdetê dûr bisekine û serî li rêbazên çareseriyê bide."

 

‘Tirkiyê aştiyê asteng dike’

Endamê Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê Sidîq Derwêşî jî darbeya li dijî HDP’ê wekî derbeyeke mezin li hemberî aşitî û demokrasîye bi dav kir û got: “Betalkirina mafê destnedanê Tirkiyê ber bi rêyên din ve dibe. Pêvajoya  aştiyê asteng dike."

Li ser navê Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê, Sazmanî Xebat siyaseta faşîst a Erdogan şermzar kir û got: “Em dîsa ji nûnerên gelê xwe li Bakur re dibêjin, wê çarenûsa Erdogan weke rejîmên li Iraq, Sûriyê û Lîbya be. Serketinê ji HDP û gelê Bakur re dixwazin."

Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên da zanîn ku tişta li hemberî HDP'ê li hemberî hemû neteweyan hatiye kirin û weha pêda çû: “Em weke Tevgera azadî piştgriya her cûre serhildana tevgera Bakurê Kurdistanê ya bi pêşengtiya Rêber Abdulah Ocalan dike."

 

‘Ev şer ne şerê gelan e’

Di dawî de jî Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Şîlan Emînoglû axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd li dijî faşîzmê. Emînoglû got, ev şer ne şerê gelan e û axaftina xwe weha domand: “Ev şer, şerê desthiltadariya Erdogan e. Erdogan xiyanet li hemû gelên li Tirkiyê kir. Em bang dikin ku her kes dengê xwe bike yek." 


Li Rojava 23 partiyên siyasî piştgirî dan HDP’ê

Nûnertiya KNK'ê ya Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 23 partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, Ereb û Suryan, piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê eşkere kir û banga destekdayînê li raya giştî ya Kurdistanê, Tirkiyeyê û Cîhanê kir.

Nûnertiyê der barê mijarê de li avahiya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li ser navê nûnertiya KNK’ê Şêrgo Ebdulrehman daxuyanî xwend û da zanîn ku biryara betalkirina mafê destnedana HDP´yiyan tê wateya bêdengkirin û qutkirina dengê diyalogê û çareseriya aştiyane.

Ebdulrehman di dewama axaftina xwe de bang li hemû partiyên siyasî yê Kurd kir ku destekê bidin HDP’ê û weha pêda çû: “Em ji raya giştî ya cîhanê dixwazin ku li hemberî siyaseta terora dewletî, nîjadperestî û tepisandinê ya dewleta Tirk bêdeng nemîne.”


Partiyên daxuyanî îmze kirî

8 partiyên girêdayî TEV-DEM’ê, 5 partiyên girêdayî Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Suriyeyê, 7 partiyên girêdayî Kombûna Demokratîk û Çep a Kurd li Suriyeyê, Desteya Niştimanî ya Ereb, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Demokratîk a Kurd li Suriyeyê" 


 NAVENDA NÛÇEYAN