HPG'ê nasnameyên 3 şehîdên Zînî Wertê eşkere kir û ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. HPG’ê got,''Em soz didin ku ala azadiyê ya şehîdên xwe hildin cihê herî jor.'' Naveda Ragihandina HPG’ê got, ''Di daxuyaniya xwe ya 16'ê Nîsana 2020'an de me bi raya giştî re par ve kiribû, 15'ê Nîsanê nîvrokî artêşa TC'ê ya dagirker êrîşa hewayî aniye ser devera Zînî Wertê ya li herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û 3 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd ên leheng wiha ne:
Xeyrî Garzan (Tekmîl Dalmış) ê li Êlihê jidayikbûyî
Agirî Qendîl (Hekîm Xuncahan) ê li Merîwanê jidayikbûyî
Sîpan Şahîn (Xebat Casim) ê li Serêkaniyê ji dayikbûyî
  HPG’ê li ser şehîdên xwe got, “Hevrêyê me Xeyrî 1976'an li Hezo ya Êlihê li nav malbateke welatparêz hatiye dinê û hê zû rastiya Kurdistanê û dijmin nas kiriye. Hevrê Xeyrî 2008'an tevlî nav refên gerîla dibe, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deveran çalak tevlî nav xebatan dibe. Hevrê Xeyrî ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bi wêrekiyeke mezin û bi fedekarî peywirên şoreşê bi cih tîne, bi enerjiya xwe ya ku dawî lê nayê, heq ji hemû zehmetiyan derdikeve û bi coşeke mezin her demê encamgir bûye. Hevrêyê me Agirî li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Hevrê Agirî sala 2017'an tevlî nava refên gerîla bû. Li gelek herêman kar kir û li her devera lê ma bi kesayetiya xwe ya fedayî her tim li pêş bû. Hevrê Agirî ku qet ranediwestiya, rêbaza gerîlatiya 24 saetan bi cih anî, bi kedkarî û sekna xwe ya fedakar berpirsyariya mezin a wezîfeyên demê da ser milê xwe û bi rengê herî baş pêk anî. Hevalê me Agirî heta kêliya ku şehîd bibe jî qet nesekinî û heta dawiyê ji bo azadiya gel têkoşiya, tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevrê Sîpan di sala 1992'an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî bû û pê ve bi hişmendiyeke mezin, bi fedakarî tevlî kar bû û di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza. Her tim dixwest li refên herî pêş li dijî dijmin têbikoşe. Heta kêliya ku şehîd bibe jî bi fedakarî tevlî bû. Hevrê Sîpan bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re û bi kesayetiya xwe ya têkoşer cihekî mezin di dilê hevrêyên xwe de girt. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bigihînin asta herî bilind."