Gelek kes bi taybetî jinên temenê wan dirêj hene ku naxwazin ev çanda kurdewar ji holê rabe. Yek ji van jî welatiya ji Colemêrgê Xanê Kaçar û karê tevnê dike. Dayika Kaçar ev nezîkê 30 sal in karên tevnê wek xurçik, destik, patîk, parzing, gîfik, desmal û şûtikên rîs çêdike. Kaçar di ciwaniya xwe de ji mezinên xwe li gundê Dizê yê Colemêrgê dest bi vê karê kir. 

Xanê Kaçar ev nêzîkê 30 sal in karên tevnê dike bi hunera xwe li Colemêrgê bi nav û deng e. Kurê wê yê bi navê Ciwan Jiyan Çeleng ku di salên 1990’an de ji bo çand û axa xwe çû çiyayên azad bû sedem ku dayika Kaçar zêdetir bi vê karî mijûl bibe. Ji ber ku Kaçar vî karê kurdewar wek karekî berdewama têkoşîna kurê xwe dibîne. 

Kaçar da zanîn ku ew karê berê dihat kirin niha tenê ji bo xemlê tê çêkirin û wiha axivî: “Ez jî niha li gel belav dikim da ku ev neyên ji bîr kirin.” Kaçar têkiliya kirina karê xwe û kurê xwe jî wiha anî ziman: “Kurê min jî ji bo axa xwe û çanda xwe bi dilê xwe derket serê çiya. Diviya em jî li wan nirxan xwedî derkevin. Ev karê ku ez dikim jî çandeke kurdewar e. Ez jî bi vê karê xwedî li têkoşîna kurê xwe derdikevim.”