Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ên ser bi El Qaîdeyê, avêtin ser hin gundên li herêma Serêkaniyê ya rojavayê Kurdistanê û komkujî pêk anîn. Li gorî agahiyên destpêkê, jin, mêr û zarok jî di nav de bi giştî 15 welatiyên sivîl hatine qetilkirin.

Di komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundiyên Tilêliyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê de pêk anîn herî kêm 7 zarok, 3 jin bi giştî 15 welatiyên sivîl bi hovîtî hatin qetilkirin.  Li gundên Tilêliyê û Temadê û baxçeyê Ovencakê yên rojavayê bajarê Serêkaniyê duh saet di 03.00’an de çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên gund komkujiyek pêk anîn. Di komkujiyê de herî kêm 7 zarok, 3 jin bi giştî 15 welatiyên sivîl bi hovîtî hatin qetilkirin. Çavkaniyan diyar kirin ku gelek cenazeyên welatiyên sivîl hê jî di destê çeteyan de ne. Dibe ku hejmar qurbaniyan ji gelekî ji van bêtir be.
Li aliyê din şervanê YPG’ê gundê Tilêliyê ji destê çeteyan rizgar kirin û gelek çete bi saxî hatin girtin.    
Çeteyên DAIŞ'ê ku bi taybetî li aliyên Til Ebyad û Cerablûsê bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyeke nêz in, ji destpêka meha Adarê û vir ve li dijî herêma Kobanê dest bi êrîşan kiribûn. Lê belê li hemberî YPG'ê windahiyên giran dabû û ev pêla wan a êrîşan têk çûbû.

Rêveberiya Xweser: Bêdengî şermeke mezine

Kordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber ên hersê kantonên Rojava, komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê îro li gundê Tilêliyê û teqîna li gund Timad ên rojavayê bajarê Serêkaniyê pêk anîne, şermezar kir. Kordînasyonê her wiha bêdengiya şerm ya civaka navnetewî li hemberî komkujiyên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir .Derbarê komkujiyên ku li gundnên rojavayê bajarê Serêkaniyhê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hatin de, Kordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber ên Kobanê, Efrîn û Cizîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îro hêzên 'terorîst' komkujiyeke din li dijî welatiyên sivîl pêk anîn û vê carê jî gundiyên Tilêliyê bi temamî kuştin. Piraniya qurbaniyan zarok û jin in. Rêxistina DAIŞ'ê îro kiryarên herî kirêt yên dijmirovahî pêk tîne. Li gundê Temad jî çeteyan tirimpêlek teqandin û di encamê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe jidest  dan. Ev bêhtirî du salane Rojava tekoşer û qurbaniyan dide û li hemberî van kiryaran kirêt ku di derheqê gelê Rojava de têne kirin de jî civaka navnetewî bêdengiya xwe ya şerm dewam dike."
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: "Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê em bi tundî êrîş û kiryarên çeteyên DAIŞ'ê û di heman demê helwest û bêdengiya rêxistin navnetewî û desteyên Netewên Yekbûyî, şermezar dikin û wiha hate gotin: "Rêxistinên navnetewî li hemberî komkujiyên li Til Hasil û Til Eranê bêdeng man û niha jî bêdengiya xwe dewam dikin. Ji bo vê jî em berpirsyartiya qanûnî dispêrin wan û bang li hemû hêz û rêxistinana dikin ku berpirsyartiyên xwe yên qanûnî bicih bînin."
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedan şervanên YPG'ê û YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hate slavkirin. 

SERÊKANÎ