Li paytexta Franseyê Parîsê û bajarê Elmanyayê Mannheimê, tecrîdkirina girankirî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi destê dewleta Tirk, hat protestokirin. 

Li Parîsê Kurdistanî ji bo balê bikişînina ser tecrîdkirina Ocalan û doza azadiya wî bikin, çalakiyek li dar xist.

Çalakî di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ve li pêşiya Birca Eifel pêk hat, saziyên Kurdan li Parîs û derdora wê, û bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya li pêşiya Birca Eifelê de Kurdistaniyan wekî din bi tîpên mezin “Ji Ocalan re azadî” nivîsand û wêneyên Ocalan hilgirtin.

Di axaftinan de hate gotin, “Têkildarî rewşa Rêbertiya me yê li girtîgeha Îmraliyê ragirtî û asta tecrîdê, ti agahiyên me nînin. Tenduristiya Rêbertiya me xeta me ya sor e. Heta ku Rêber Apo azad bibe wê çalakiyên me dewam bikin.”

Di çalakiyê de bi sedan belavok li asta tecrîdkirina Ocalan hatin belavkirin.

Li bajarê Elmanyayê Mannheimê, Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan, çalakiya standê li dar xist.

Dezgeh li pêşiya HBF Mannheimê hate danîn, axaftin hatin kirin û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de peyama Navenda Civaka Kurd hate xwendin, parlementera Die Linke a ji Mannheimê, Gokay Akbulut jî beşdar bû û bi axaftina xwe doza azadiya Ocalan kir. 

 PARÎS / MANNHEIM