Duyemîn kongereya PYD‘ê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna Hevserokê PYD‘ê Salih Muslin, nûnerên partiyên siyasî, Heyet El-Tensîq, Yekîtiya Suryan, Desteya Niştimanî ya Erebî, Yekîtiya Oldarên Musliman, Komîteya Karûbarên Olî û Meclîsên Rûspiyên Kurd duh li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat lidarxistin.
Endama Meclîsa Rêveber a PYD‘ê Buşîra Derwîs axaftina vekirina kongreyê kir û paşê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim axivî û kongre li malbatên şehîdan pîroz kir.
Alîgirê xwe vexwendin
Muslim geşedanên dawî bi vî rengî nirxand “Xwediyên berjewendiyên kesayetî îro di Sûriyê de di nava liv û tevgerê de ne. Di serî de dewleta Tirkiyê, Erebistana Siûdiyê, Rûsiya û Îranê dixwazin berjwendiyên xwe di Sûriyê de pêk bînin.”
Muslin bal kişand ser civînên qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin ku bêyî beşdarbûna nûnerên gelê Sûriyê çêdibin û wiha pê de çû: “Ji bo çarenûsa Sûriyê li Riyadê di civin, kesên ku ew dixwazin beşdarî civînê dikin û nûnerên raseteqîn dûr dixin. Civînên Cenevrê û Astanayê jî bi heman rengî bû, piraniya pêkhateyên Sûriyê nehatin vexwendin, her kesên ku banga demokrasî û biratiya gelan dikin ji civînê hatin dûrxistin.”
Muslim destnîşan kir ku jiyana hevbeş riya tekane a bidesxistina azadî û çareseriyê ye.
Muslim di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew ê ji bo avakirina civakek azad têkoşîna xwe bidomînin û got:“ Têkoşîna me ya ji bo avakirina civakek saxlem berdewam e, wê dengê her kesî guhdar be, her hewldaneke çareseriyê ku li dijî vê yekê be û li gorî me neyê qebûlkirin.”
Kongere bi xwendina rapora salane ya xebatên partiyê qedî.
QAMIŞLO