MÎNA ROJ / ANF / STENBOL
Nacî Sumelî ku kure wî di greva birçîbûnê de ye û Sûat Gunana ku birayê wî di greva birçîbûnê de ye, da xuyakirin ku grev rewa ne û ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakgeran.
Nacî Sumelî ku kurê wî 76 roj in di greva birçîbûnê de ye û Sûat Gunana ku birayê wî 160 roj in di greva birçîbûnê de ye, li ser grevên birçîbûnê axivîn.
Sumelî diyar kir ku kurê wî bi rengekî neheq bi salan e li girtîgehê tê hiştin û bi bîr xist ku gelek girtiyên siyasî yên Kurd mîna kurê wî bê delîl bi biryarên siyasî hatine girtin: “Derfetên têkoşîneke demokratîk ji bo mirovên li derve re jî nehatiye hiştin. Şideta ku ev çend roj in li dayikên me, hevser û xwişkên me tên kirin, vê yekê îsbat dike. Ev rewş nîşan dide ku çalakiya grevên birçîbûnê çalakiyeke rast e, ji ber ku li vî welatê antî demokratîk faşîzm bi cih dibe û mafên têkoşîneke demokratîk nahêle.
Ji bo bidestxistina mafên demokratîk bi grevên birçîbûnê, çi ji destê me bê, em ê bikin. Em ê timî bi wan re bin.”
Kî pişta AKP´ê bigire pişta zilmê digire
Sûat Gunana ku birayê wî yê cezayê muebetê lê hatiye birrîn û ev 14 sal in girtî ye, ev 160 roj in jî di greva birçîbûnê de ye. Gunana anî ziman ku xwişka wî jî di çalakiyên greva birçîbûnê de hatiye destgîrkirin. Gunana destnîşan kir ku ew bi malbatî piştgiriyê didin grevên birçîbûnê û got, “AKP’ê li gorî xwe dînek ava kiriye. Bi navê Îslamiyetê zilmê dike. Yên ku piştgiriyê didin AKP’ê divê hişyar bibin. Bila destekê nedin zilmê. Yên ku piştgirî dane vê zilmê welê ne, weke ku bi xwe zilm kirine. Yên ku deng didin wan, hevparê komkujiyên wan in.”