Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi rasthatina cejna Remezanê, peyamek weşand û got, “Di van hilbijartinan de jî em van qijnikên xwînmij ên ku bûne bela serê dînê me û miletê me di sindoqan de veşêrin, bi vê jî em xwe bigihînin rastiya azadî, destûbiratî û bexteweriyê ku bi xwe armanca cejnan e.”
CÎK´ê di peyama xwe de bi bîr xist ku Îslam ne tenî îbadet, tekbîr, rih û kilam in û wiha dewam kir: “Ewên ku li welatê me Kurdistanê ji me re dibêjin ´destbirakên dîn´ bi salan e zilmê, zextê û şidetê li gelê me dikin. Zilma ku Nemrût û Firewnan nedianî serê bawermendên hingê dewletên bi navê xwe Misilman li gelê me yê mazlûm û bawermend dikin. Ev desthilatdarî bi tirs, hîle û zextê dînê Îslamê li gorî berjewendiyên xwe şîrove dikin û bi kar tînin. Van xwedan desthilatdarî û dewletan kirasê dînê Îslamê li miliyetperweriyên Ereb-Fars û Tirk kir û dîn dîl girtin. Wan kir ku Misilman êdî rast û şaşê ji hev dernexin.
Ew miletekî bi temamî didin ber guleyan û derbê şûran. Li Bakur, Rojava û Başûr Kurd bi komkujî û hilweşandineke mezin re rûbirû hatine hiştin.”
Siberojeke bê şer û mêhtingerî
CÎK´ê li hemberî van zaliman di peyama xwe ya cejnê de ev xalên hanê derxistin pêş: “Ev zordest û ticarên dînî, bi hilbijartinên ku rastî Remezanê û cejnê werin, dixwazin cejna zordestî û sîstema xwe ya zalim pîroz bikin. Ji bo ku cejn bibin cejn, şert e ku edalet, azadî û aramiya manewî pêk werin. Weke bawermendan çawa ku me hewl da bi rojî û îbateda xwe me nefsa xwe sînordar kir û manewiyata xwe xurt bikin, di van hilbijartinan de jî em van qijnikên xwînmij ên ku bûne bela serê dînê me û miletê me di sindoqan de veşêrin, bi vê jî em xwe bigihînin rastiya azadî, destûbiratî û bexteweriyê ku bi xwe armanca cejnan e. Bi van daxwazan, di serî de gelê me, em cejna alema Îslamê pîroz dikin, hêviya siberojeke bê şer û bê mêhtingerî îfade dikin.”
HABER MERKEZİ