Evîn û tolhildana Çoko

  • Bi devokê nivîsandiye ev jî hostatî ye, gelek nivîskarên me carna di romanê de an jî di çîrokê de şaşitiyê dikin. Lêheng ji Serhadê be, bi devoka Mêrdiniyan dinivîsin. Ev romanê tahmsar dike.

HASÎP YANLIÇ

Romana me ku em ê li ser çend gotinan bikin a nivîskar û lêkolîner Şoreş Reşî ye. Romana bi navê ‘Evîn û Tolhildana ÇOKO’ ji hêla Weşanên J&J ve bi edîtoriya Mehmet Çakmak hatiye weşandin. 

Belkî xwendineke dereng mayî, hema tesadufeke xweş bû, min ev roman piştî romana Yaşar Kemal a bi navê Înce Mehmed xwend. Belkî ji ber vê hindê dema romanê binirxînim ez û pozberiya wê ya bi romana Yaşar Kemal re bikim. Nizanim ka ew ê baş bibe an jî nebaş. Dîsa di serî de bêjim, ez ê di vê nivîsa xwe de ne hewla xweşkirinê ne jî hewla reşkirinê bikim. 

Kerem bikin nîşeyên ku min ji romanê  girtiye û nerînên min ên li serê:

Ez ji xwe re ketim dinyayeke din... Dinyayeke zimanekî ku min hebûna wê dizanîbû, hema nas nedikir. Ji vê deryaya zar şêrîn bê par mabûm. Ev roman bi devoka Anatolyaya Navîn hatiye nivîsandin. Bi devokeke resen û kevnare, ya ji dîroka zimanê Kurdî hatiye nivîsandin. Em gelek kes li ser rêzimana Kurdî xebitîne. Li gorî zanînên me û xalên ku em li ser li hev dikin, hene. Di vê pirtûkê de rêzimana ku hatiye nûjenkirin û kelepçekirin, ji bîr bikin. Rêzimaneke din derdixe hemberî me, ji bo cînavkên xwerû zayenda derdixe hemberî me, ez ecebmayî mam. Ez di wê baweriyê de me, ew ê ji bo we jî pencereyên nû ji bo behra zimanê Kurdî veke! Sermeselê, "Ezê bibînim"; Ji bo kesê mêr hatiye gotin. "Eza bibînim" jî ji bo kesa mê hatiye gotin.

Min ev mijar ji çend kesan pirsî û pişt rast kir. Gotin, di devoka me de hîna ji bo kesê yekemîn û duyemîn zayend heye, heger tu bê zayend biaxifî jî ew ê ji te fêm nekin. Bi ya min ew mijar hêjayî lêkolînê ye ji bo dîroka zimanê Kurdî. Gelek qalibên Kurdî bi mentiqa Kurdî ya me ji bîr kiriye jî tê de heye.
‘Deng bi ser tivinga xwe xist.’ (Rpl. 10)

Hinek qalibên li gorî me ji Tirkî jî tê de hene, belkî ji Kurdî derbasî Tirkî bûbin, ez nizanim.

Hema min di Tirkî de bihîstiye. Ez qala peyvên Tirkî nakim, qala qaliban dikim. Her çiqas peyvên Tirkî tê de zêde bin jî bi hawayekî tewandîne û tahmek xweş daye xwendinê, tewnek xweş daye romanê.

Roman li beriya Konyayê derbas dibe. Çi têkiliya Kurd û Anatoliya Navîn heye, nebêjin! Li pirtûkên nivîskar ên li ser dîroka Kurdên Anatolaya Navîn weşandiye, bixwînin. Hûn ê bibînin ku di dîrokê de Kurd çawa hatine sirgûnkirin, talankirin... Wek mekan di romanê de gelek eşkere ye û hatiye danasîn li kîjan herêmê derbas dibe, li der û dora Gola Xwê ya Anatolya Navîn, navê gund û çiyayan jî tê de tê hildan. Wek xalek ji romanê mekan seresere derbas bûye, ne gelekî xurt be jî haweyekî eşkere tê de hatiye nivîsandin.

Ka Çoko çi kir?

Di romanan de û di rastî hemû nivîsan de paragrafa ewil an jî rûpelên ewil mirov dikşîne nava romanê, ev ji bo romannûs firsendeke, yekî/e ku ji nava ewqas romanan rahiştibe gihiştibe romana te, ev şensekî gelekî mezin e, ji ber vebijêrkên romana pirr bûne û xwendeyê romana Kurdî kêm bûne. Ji ber van mercan romannûs lazim e gelek giringîyê bide paragraf û rûpelên ewil. Mixabin nivîskarê me di rûpela ewil de bahsa rewşa hewayî kiriye der û dor daye nasîn. Hema piştî rûpelên din ev kiriye heta dawiyê jî mirov encamê meraq dike, ka Çoko çi kir. Li vir dikanîbû bi aksîyonekê dest pê bikira. Ji bo ku xwendekar meraq bike ka encama bûyerê çawa bûye!
     ‘...piştî rojeke dirêj û germ, devdevê êvarê hêrsa tavê şikestibû. Roja di pişt ewrên bela wela de veşartî, zerêqa xwe ezmanê şîn dixemiland. Li hungir xetek ji ewrên bi rengê îsporto, porteqalî, zer û sor derketibû holê...’  

Em dizanin edebiyat pêlîstina peyvan e. Heman peyvan gelek besît be jî lazim e tu wisa bêjî heta mirov bêje, ‘Waaw’. Ger tu ji min re rasterast bibêjî ‘jina pîr, bi awayekî westî ji cihê xwe rabû...’ ew ê tu tahmê nede min, ji ber ku ez vê peyva vê danasînê, rojê dehan caran dibihîsim. Em carna jî di romanê de li rastiya jiyanê digerin, cihê ku çîrok tê de derbas dibe, em li çand û adetên wan dinihêrin. Dîsa di heman paragrafê de dibêje, ‘Kofiyek li ser serê wê bû. Pêşiya tasa kofiyê ji pelikên zêrinî tijî kiribû...’ em dizanin ku hew dema daweta jin xwe dixemilîne, rojên asayî de ew jî xwe normal girê didin. Ji bilî bûkên nû û keçikên destgirtî. Her çiqas ez vê dibêjim jî nivîskar di romanê de çanda Kurdê Anatoliya Navîn li ber çavê me raxistiye. Ya rastî, çanda Kurdên Anatoliya Navîn ji me re wek qutiyek girtî bû. Hema di vê romanê de li ber çavên me raxistiye. Ev roman ew ê gelek pirsên serê we yê li ser çand û adetên Kurdên Anatoliya Navîn zelal bike. Herî kêm ê min zelal kirin. Ev çend mînak in;
Yek lîstika qamçî
Yek dijminatî
Yek di dijminatiyê de pîrozbûna jinê
Yek ji bo keç û kur hev dû bibînin karên bi hev re
Yek urf û adet

An jî min nikarîbû zelal bikira!

Ez di romanê de li demê digerim. Ji bo ku di serê xwe de bidime rûniştin. Romanûsê me di serê romanê de wisa gotiye. ‘Şerê cihanê yê Duyemîn bi hemî dijwariya xwe berdewam dikir...’ (Rpl. 18) Min dema ev dît gelekî kêfxweş bûm, ji ber ku min di serî de got, romana ku min nû ji destê xwe danîbû di heman deman de derbas dibû. Hema di romana din de ya ku min dixwend, hîna hespê gundiya tineye, hîna gundî di xaniyên qirş û qal de diman, lê di vê romanê de otobos hene, garajên otobosan hene, eskerên qereqolan bi wesayitan digerin. Herdu roman jî di heman demê de ne û erdnîgariyên wan jî nêzîkî hev in. Yek Çûkûrova ye ya din jî Anatolya Navîn e. Li nava tixûbê Tirkiyeyê ye. Qansî ez dizanim, erebeya yekem a hatiye Amedê 1955 yan jî 60’î bû. Tek tûk erebe hebin jî qansî garaja erebeyan hebe, erebe tine bûn, wê dem û zemanî. 

Hema tiştekî din jî heye, bûyera romanê jiyanek e û jiyana karektera romanê heta 2008’an didome. Ev jî demeke dirêj e. Roman bi kurtasî hatiye nivîsandin. Ji ber vê jî gelek bûyerên demê zelal nebûne. Yan jî min nikarîbû zelal bikira di serê xwe de.

Ev roman wek muzîqalekê hatiye nivîsandin. Dema mirov lê dinere di gelek cihan de derd û kulên xwe bi dengbêjî tînin ziman. Hema li vir tiştê herî zêde bala min kişand, ev paragraf bû,

‘... Çoko jî destê xwe dikir ber guh û stranên li ser xwe, yên ku DAYIKA wî Almasa malê Qerê Beko li ser birayê wî gotine distiran..’  (Rpl. 123)
‘î beliye hewar gundo î beliye
Li nave min tabanca îngîlîzê
Li piştê min mawzera qulakliyê
Va heft salin ez î fîrarî me’
...

Min ev mijar ji devê Weysî Warli yê ku Muzîkzanê Kurd e, bihîstibû. Mamoste Weysî digot, muzîka Kurdî ji sedî nod jinan afirandiye. Wan derd, kul û şahiyên xwe bi rêya kilaman aniye ziman li mala xwe gotiye, birayên wan zilamên wan zarok û bavên wan jî ji wan bihistiye ji ber kiriye û li civatan gotiye. Jixwe, ev paragrafa ku min li jor nivîsandiye jî vê piştrast dike. Wek em hemû dizanin Kilama Mihemedo ji devê jinekê tê gotin.

‘De loloy loy Mihemedo hevalo
Wî de dayê bejna Mihemedê min nîşana serê çîyan
Bejna delalê min nîşana serê çîyan
Wî de agir bikev mala van romiyan
Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan…’

Wek wê bi hezaran hene. Ev çand di romana Şoreş Reşî ya Evîn û Tolhildana Çoko de li Anatoliya Navîn jî haweyeke zelal eşkere kiriye.

Navê romanê ‘Evîn û Tolhildana ÇOKO’ ye. Tolhildan gelek zelal hatiye nivîsandin. Ez li bîr û xeyalên Eyşê digeriyam. Gelo dema birayê Çoko hate kuştin, çi hîs kir, gelo dema şeva daweta wê kirin, çi hîs kir, gelo dema li ser kaniyê dît çi hîs kir, gelo dema Çoko kete hepsê çi hîs kir... Li gorî min herî kêm li ser du beşa biçûya, ew ê gelekî xweş bibûya. Beşek li ser jiyana Çoko ye, beşek jî li ser evîndariya Eyşê û Çoko. 

Bi gelemperî roman herikbar e, wek muzîkal, diyalog û carna jî bi çavê sêyemîn hatiye nivîsandin. Bîranîn ew ê zêdetir li romanê bihata. Hevoksazî û nîşaneyên romana Kurdî hema em dikarin bêjin, hemû tê de hene. Bi devokeke resen û zelal hatiye hûnandin. Bi devokê nivîsandiye, ev jî hostatî ye, gelek nivîskarên me carna di romanê de yan jî di çîrokê de şaşîtiyê dikin. Leheng ji Serhedê be, bi devoka Mêrdiniyan dinivîsin. Ev romanê tahmsar dike. Di vê romanê de ger navê bajar, gund û çiyayan ne nivîsanda jî mirovê bigota, erê ev der Anatolya Navîn e, der û dora Gola Xwê ye. Dema min xwendina romanê xilas kir û hinekî li ser fikirîm, em Kurd çiqas guneh in, em çiqas ji xwe û ji gelê xwe dûr hatine xistin. Di dîroka Kurdan de çiqas kes malbat, êl, gundî û welatî ji hev dûr hatine xistin. Bêwar û bêmal hatine koçberkirin, mişextkirin.

Romana Şoreş Reşî li ber min gelek pencereyên nû vekirin. Xeyal û fikrên min yên li ser dîrok çand û zimanê Kurdî firehtir kirin. Êdî derdekî min ê din jî wê hebe, her tim çavekî min guhekî min li Anatolya Navîn û koçberên surgûnên ku haya min jê tine be jî. 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.