Ya ku ez kişandim wê odeya ku xeyal, hêvî, dilpakî, ken, temen û dîrok lê hatî tunekirin û qetil kirin ew deng bû ku digot: “SOLÎNA BÊ GUNEH”
Rojeke baran bibû şensê me, vê carê em ketibûn ser rêyên Qendîlê, ji ber Qendîl bi qasî ku xwedî çiyayên bilind û bi heybet in li gel wê şêniyên gundên Qendîlê jî, ji wê bilindahî û heybetê parwergirtine. Weke her aliyekî Kurdistanê Qendîl û şêniyên wê jî ji hovîtiyê re şahidiyê dikin. Qendîla ku hema bêje her sal dewleta Tirk bi balefiran êrîş dibe ser, mixabin mirovên bêguneh dibin qûrbanê wê. Em jî li pey ketine ji bo ji devê gelê vê herêmê serpêhatî û buyeran berhev bikin ji bo ji cîhanê re ragehînin.
Bêyî Ku Hay Ji Xwe Hebim
Li her cihekê ku em diçin, bi pêşwaziyeke germ ya dayik û zarokan re rû bi rû tên. Bi kêmbûna baranê re gavên me jî li gor ritma xwezayê giran dibin, lê yên ku vê ritmê nasnakin hene ew jî komek zarokên li ser cadeyê, yên bi seyareyan re dikevin pêşbirkê ne, ji wan zarokan hinek dikevin kadrajê makîneya me ya wênekêşa hevala min Zîlanê. Em hatin gundê bi navê Zergelê yê binarê Qendîlê, digotin : “Li vir muzeya Şehîdên Qendîlê heye, me hîna wir nedîtîye. Ji dûr ve hinek pîremêr xuya dikin, li ber derê dukanekê di yek rêzê de rûniştine û di nava sohbeteke germ de ne. Hevala min Zîlan çû cem wan û dixwaze wan nas bike. Bêyî ku hay ji xwe hebim, lingên min, min ber bi cihê ku mereq dikim ve dibe.
Bi carekê dayikeke temen mezin, ku ji tevahî halê wê dîyare ji vê jiyan û cihanê bêzar bûye û dilmayî ye, bi gavên giran giran ber bi odeyekê ve diçû çavên min lê aliqîn, ji ber ku wê dayikê hiseke pir balkêş dabû min, di yek meyzekirina wê de, hem min xweşikbûna wê ya di bin qermiçûkên rûyê wê de veşartî mayî didît, hem jî sedemê wan qermîçokên bêwext. Her ku ji min dûrdiket min gotineke bi xem ji devê wê di bihîst digot: “SOLÎNA BÊ GUNEH”
Herkes Dikeniya Lê Dayikê Na
Ez li dûv gavên wê çûm, çawa min serê xwe rakir li beramberî min dîwarekî ku ji resimên cur be cur yên mirovan hatî xemilandin hebû, hema hema tevahî resiman li dayikê dinêrîn û dikeniyan, lê dayik bi xem bû tenê ew nedikeniya. Her ku ez ketim hundirê odeyê min wêneyê wê perîya delal a bi navê Solînê didît. Ji aliyekê de min dixwast ez bi dayikê re biaxivim, ji aliyê din jî min nedikarî çavên xwe ji wê perîyê vekim. Belê, cihê ku min mereq dikir ew der bû, Muzeya Şehîdên Qendîlê, şêniyên herêmê ew der avakiribûn ji ber li wir dayik, bav, bapîr, dapîr, xuşk û birayên wan yên bûbûn qurbanî hebûn.
Ristika Karanfîlên piçiyayî
Çar alîyên odeyê bi qutiyên camê dorpêç kiribûn û di wan qutiyan de kirasekê biçûk yê ku hina li xwe nehatîkirin diket ber çavên min, diyare ew yê perîya biçûk bû, dîsa destek tizbiyên kezwan, ristikek qetiyayî ya ku bi karanfîlan hatî çêkirin, hinek cilên qurbanîyan yên ji bombebaranan de qetiyayî û çend kitên pêlavên zarok û dayikan yên bi xwîn.
Dayikê li min nêrî û got: “ tu van dibînî keça min hemû bi balefirên dewleta Tirk Şehîd bûn.” û wiha dewam kir: “ji bo hemuyan jî dilê min diêşe lê, Solînê hîna nû çavê xwe li jîyanê vekirî bû. Lê ez bi wê weke ronahiya rojê bawerim ku yên bi hovitî û xwîna mirovan xwe mayinde dikin ti caran xweşiyê ji canên xwe nabînin, wê dawîya dijminên Solînê jî ji destên me be. ”
Peyre bêdeng bû tiştekî din negot, lê çavên wê ew êş û hêrsa ku nedikarî bilêv bike bi awayekî herî vekirî digot. Peyre bi gavên giran ji wir derket, dema çû bi dengekî nizim di ber xwe de digot: “Hûn sedemê jiyana me ne, em ê ti car keyfa dijminan neyinin.”
Carnan hinek kêlî hene ku çav dibin zimanê dil û hestên mirov, rewşa ez pê re rûbirû hatim jî yek ji vê bû û ev rewş dihêle ku mirov çend pirsan ji wijdan bike, yek ji wan gelo wê hîna çend Solîn di nav vî agirê bê eman de bişewitin, wê hîna çend ristikên karanfîlan biqetin û wê hîna qermiçûkên bê wext li nav ruyê çend dayikan zêde bibe.