LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên Parlamena Ewrûpayê (PE) wê 23 ta 26 Gulanê pêk bên. Li Swêdê jî wê 26´ê Gulanê hilbijartin pêk bên. Li vir yek ji namzetan ku şensê wê yê bê hilbijartin heye jî Evîn Încîr e. Ew ji Partiya Sosyal Demokrat ji rêza 5´an namzet e. Ji ber ku di hilbijartinên li Swêdê de tercîh jî tê kirin, Evîn Încîr nexasim bang li hilbijêrên Kurd dike ku dengê xwe bi kar bînin.

Evîn Încîr a Amedî ku dibêje, dayika min ji Licê ye, 6 salî çûye Swêdê û ji 14 saliya xwe ve di nava siyasetê de cihê xwe digire. Ew hingê di rêxistina ciwana a Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de çalak e. Evîn Încîr niha jî berpirsiyara karê derve ya partiya xwe ye. Lê beşa wê li zanîngeha Uppsalayê xwendî bixwe, hiqûq e.

Gava me jê pirsî ka ew şensê xwe yê hilbijartinê çawa dibîne, wê got, “Niha parlamenterê me hene di PE´yê de, beriya wê jî 6 bûn. Yanî heger em kampanyayeke hinekî baştir bikin, dibe ku em dîsa 6 parlamenteran bişînin Brukselê. Şensê min gelk baş xuya dike. Lê ji bo vê jî muhim e her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide da ku ev şens zêdetir bibe.”

Demokrasî û mafê mirovan

Ji bo mijarên xwe yên sereke yên kampanyaya xwe ya hilbijartinê, Evîn Încîr got, “Kampanya min li ser demokrasî û mafê mirovan ava ye. Mirov niha li Swêdê jî, li Ewrûpayê jî binihêre, dibîne ku partiyên tûj her xurttir dibin. Ji bo wê jî gelekî muhim e mirov li dijî wan kar bike. Lewma, ev partiyên tûj dixwazin dewleteke din dixwazin; ew van dewletên îro li Swêd û Ewrûpayê hene, qebûl nakin. Kampanyaya min herî zêde dibêje, demokrasî û bêhtir mafê mirovan ya baş e ji Swêdê û ji Ewrûpa re. Mafê mirovan û prensîpên mafê mirovan ji bo Kurd û Kurdistanê jî gelekî girîng in. Kurdên Swêdê jî welatiyên Swêdê ne, heger rewşa Swêdê baş be, rewşa Kurdên Swêdê jî baştir bibe.”

Ji Kurdan re wekî din jî ew dibêje, “Ji bo Swêd û Ewrûpa demokrattir bin û karibin bêhtir tesîrê ji bo demokratbûna Tirkiye, Îran, Sûrî û Iraqê bikin, ez ê bişixulim. Ez ê mijarên wan elaqedar bikin, bixim rojevê.”

Ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ku veguheriya tecrîdkirina civaka Kurd jî Evîn Încîr ji bo helwêsta partiya xwe got, “Ji bo me ya muhim ew e ku mafê mirovan mafê her kesekî ye. Ji bo partiya me, heger wê pirsgirêk bê çareserkirin, divê herdu alî yanî li aliyekî dewleta Tirk li aliyê din jî PKK bi hev re rûnin û bi hev re çareyekê bibînin. Yanî ji bo me hevdîtinên aştiyê di navbera dewleta Tirk û PKK´ê de gelekî muhim e. Jixwe partiya me ev yek ji Tirkiyeyê re jî gotiye.”

Ji bo Kurdek bê hilbijartin

Herî dawî jî namzeta parlamenteriya PE´yê Evîn Încîr got, “Ji bo min gelekî muhim e ku her kes biçe dengê xwe bide. Ji ber ku tişta li Ewrûpa dibe tesîra wê li her çar aliyên Kurdistanê jî dibe. Ji bo Kurdên Ewrûpayê û ji bo tevahiya Kurdan jî ev girîng e. Ez hêvîdar im ku dengê xwe bidin partiyên demokratîk. Nexasim jî bera dengê xwe bidin Partiya Sosyal Demokrat li Swêdê. Heger dixwazin keseke Kurd ku dizane rewşa Kurd û Kurdistanê çi ye di PE´yê de be, hingê dikarin di nava lîsteyê de dengê xwe bidin min jî. Yanî ew dikarin tercîhê bikin di nava lîsteyê de.”