Xeyala perwerdehiya Kurdî
Lorîn Alî, anî ziman ku ji ber astengî û qedexeyên li ser ziman nikaribûn hest û ramanê xwe bi gotinan bînin ziman û di serdema Rejîma Baas de hest û ramanê xwe ji bilî gotinê bi huner û xêzan dianîn ziman. Lorîn, da zanîn ku di nava şert û mercên pir zahmet de zanîngeh xwend û wiha got: "Dema min çû beşa resîmê xwend her kesî xerîb didît. Lê li gel vê yekê piştî min zanîngeh xelas kir ez hatim navçeyê û min dest bi mamostetiya resîmê kir. Niha jî ez bi zimanê xwe hunera xwe fêr dikim."
Lorîn, destnîşan kir ku xeyala wê ya herî mezin bi zimanê zikmakî hunera xwe û xebatê xwe parve bike û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Dema min zanîngeh dixwend min carekê pêşengeh vekir. Min 3 caran jî li salona dibistanê pêşengeh vekir. Xeyala min a herî mezin ez dikaribim di bin keskasora cihanê de xeyalê xwe azad nexş bikim. Niha ji ber şerê navxweşî nikarin biçim boyayê bistînim û rengê keskasor çekim. Hemû resîmê min li ser lêgerîna jinê ya azadiyê ne. Ez xeyalên xwe yên azadiya jinê liser tual û hestiyan xêz dikim."
DÎHA/GIRKÊ LEGÊ