Li Wargeha Mexmûrê ji aliyê NÇHM´yê ve şanoya bi navê Evîna Gul û Masî hate nîşandan.
Pêr êvarê li Saziya Navenda Çand û Hunerê (NÇHM) ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şanoya bi navê Evîna Gul û Masî ku senaryoya wê ji aliyê Hêvî Şanoger ve hatiye nivîsandin, ji aliyê Koma Şano ya Hêvî Yekta ve hat lîstin.
Di şanoyê de bi berfirehî bal hate kişandin li ser Evîna Gul û Masî yan jî evîna fizîkî û mejî ev jî ji hêla temaşevanan ve rastî elaqeyeke mezin hat. Di dema temaşekirina şanoyê de kêfxweşî û heyecana temaşevanan şano hîn dewlemend û zindî dikir.
Herî dawî jî piştî qedandina şanoyê kombûn bi çepik û tilîliyan kêfxweşî û spasiya xwe ji bo lîstikvanan dane diyarkirin.
ROJNEWS/MEXMÛR