Jina bi temenê 66 salî dayîka 4 zarokan e , ev zêdî sê mehan e cihê xwe di nava Hêzên Parastina Cewherî de digre û nobetê li ser bendê kontrolê yê bajarê Dirbêsiyê digre . Dayika kîfah diyar kir ku  temenê dirêj li ber eşqa wê ya azadiyê nebû asteng  û wiha got ” Tevî ku temenê min mezin e lê min dît ku erkê min e ez jî li kêleka  ciwan , jin û şervanan parastinê axa xwe bikim, ji ber parastina axê erkê me hemiyan e û ji her kesî tê xwestin “

Min kesayeta xwe di nava şoreşê de dît

Dayika Kîfah derbarê şoreşê û rewşa jinê de destnîşan kir ku berê civak di bin zihniyeta dagirker a zilaman de jiyan dikir û herdem jin bê maf bû lê bi şoreşê re jinê gavên mezin di her warî de avêtin. Lewma ez dibêjim ev jiyanek nû ye û min hêz ,hebûn , kesayeta xwe di vê demê de dît. Ji ber wê bi dil û can ez karê xwe dikim û ezê berdewam bikim .

‘Em hemû bi hev re ne’
Têkildarî pêvajoya şoreşê û serkeftinên YPG/ YPJ’ê dayika Kîfah balkişand ser rola YPG/YPJ’ê di parastina hemû gelê herêmê û pêkhateyan û wiha got: “Lewma tenê baweriya me bi YPG/YPJê tê û hew ji ber tenê ev hêz cudahî naxe nava ol , mezheb , ziman , netewan de.”
Di nava Hêzên Parastina Cewherî de Kurd , Ereb û Suriyan hene û dayika Kîfah jî kêfxweşiya xwe bi vê yekê anî ziman û wiha got  “Ev moral û hêzê dide mirovan, dema mirov dibîne ku hemû bi hev rene û di her rewşê de ne û qet netewperestî di nav me de tine ye.”

‘Ez qurbana axa welatê xwe bim’

Di dawiya axaftina xwe de dayika Kîfah bang kir ku pêwîste her kes rola xwe di şoreşê de bilîze da ku serkeftinên mezin qezenç  bikin û wiha got:  “Ez ji her kesî re dibêjim jiyan ne tenê mirine, lê jiyana bi rûmet heye. Ji bo wê bila kes vegerin û tiştê ji wan tê xwestin ji bo axa vî welatî  bikin, ez qurbana vê axê bim.“  e xweş ya bê derd û bela daxwaz dikin.

DIRBÊSIYÊ