
Gîoconda Bellî, jiyaneke tijî evîn, şoreş, helbest… Jiyana yek ji jinên pêşenga Şoreşa Nîkaragua, nîşaneya herî bedew a hêza jinê.
Gîoconda ku di malbatek esîl û dewlemend de mezin bû û ev qalib şikand wekî şoreşgerek romantîk derket rê, lê wek jineke bi rihê azad ya mîlîtan ku qedera gelê xwe guhert, li jiyanê şopa xwe dihêle.
Qedera tu tiştan guhert: Welat û zayend
‘Ez difikirim ku di jiyana xwe de min qedera du tiştan guhert; ya welat û zayenda xwe.’ Ev gotin aydê yek ji jinên pêşenga Şoreşa Nîkaragua helbestkar û nivîskar Gîoconda Bellî ye. Gîoconda di 1948’an de li Managua zarokek malbatek dewlemend tê dinê. Zarokatî jiyan û têkoşîna wê di pirtûka bi navê ‘Welatê çermê min nîkaragua’ de tê vegotin. Gîocondo bi pirtûkên ku kalê wê dide wê xeyalên şoreşgeriyê dike û biryara wê bi hilweşandina dîktatoriya li welatê wê şênber dibe.
Tevlî sohbetên femînîst bû
Gîocanda wek jinek klasîk nefikirî û xwest wek kesek azad hebe. Gîocanda jintî înkar nekir û bi awayekî azad jiya. Lîse li Îspanyayê xwend. Perwerda Tipê girt. Bavê wê dibêje tip pir dirêj e û tu yê dereng bizewicî. Ji ber vê beşa reklamê dixwîne. Dibistanê diqedîne vedigere Nîkaragua. 18 salî dizewice. Zaroka wê ya yekem Maryam hat dinê. Tevlî sohbetên femînîst bû.
Li dijî xizaniyê temaşevan nema
Di şîrketek reklamê de dixebite. Gîocanda li dijî rewşa xizanan temaşevan namîne. Biryar dide ku tevlî Sandînîstayiyan ku li dijî dîktatoriyê têdikoşin, bibe. Destpêkê veşartî tevlî çalakiyan dibe.
Gîocanda zor û zehmetiyên vî demî di helbestên xwe de vedibêje. Di nûçeyek bi ser navê ‘di helbesta Gîoconda de dengekî nû’ ji malbat û civakê bertekan digire. Di helbestek xwe de behsa xwîna cilikîbûnê dike. Civakê ev wek şerm bi nav kir. Lê vê ew xurtir kir.
Di peywirên veşarî de cih girt
Di 1972’an de tevlî Sandîstayiyan bû. Ji bo şoreşê sond xwar. Hemû hevalên wê bi wê bawer bûn. Wê jî ev bawerî vala dernexist. Di encama vê biryara wê de surgun bû. Ji 1975’an heta Şoreşa 1979’an li Meksîka û Kosta Rîka jiya. Di salên surgunê de di gelek peywirên wekê revandina çekan de cih girt.
Piştî surgunê vegeriya welatê xwe û ji bo avakirina nû ket nava tevgerê. Gîocanda di lingê propagandaya têkoşînê de jî cih girt. Di nasandina Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sandinista de jî cih girt. Di 1990’an de piştî têkçûna FSLN’ê ya di hilbijartinan de lez da xebatên wêjeyê. Bi pirtûka xwe ya “Lînea de fuego” di 1978’an de xelata wêneyî ya herî rêzda a Amerîkaya Latîn girt.
NAVENDA NÛÇEYAN