Xelîl Ezîz Ebdî Bi evîna zimanê dayikê, di salên xwe yên dibistana amadeyî de, dest bi berhevkirina peyvên Kurdî yên resen kir û di 40 salan de 40 hezar peyv berhev kirin.

Xelîl Ezîz Ebdî sala 1940’an li gundê Helincê yê Kobanê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û navîn li Kobanê bi dawî kiriye û sala 1957`an jî, ji bo ku xwendina xwe bidomîne çûye Helebê.

Li Helebê li dibistana amadeyî Xelîl Ezîz bi komek hevalên xwe yên ji Efrînê û hin ciwanên Kurd ên li Helebê re dest bi propagandaya doza Kurdî kiriye. Di vê çarçoveyê de gelek civîn û semîner li dar xistine.

Sala 1960’î Xelîl xwendina xwe ya amadeyî qedand û li Paytexta Sûriye Şamê li beşa bijîşkiyê ya zanîngehê qeyda xwe çêkir. Di heman salê de Xelîl û hevalên xwe yên Kurd li zanîngehê Komeleya Xwendekarên Kurd ava dikin. Di komeleyê de xwedîderketina li doz û çanda Kurdî wekî erkeke sereke ji xwe re esas digirin.


Li gel bijîşkiyê xebatên ziman

Di vê navberê de Xelîl Ezîz Ebdî ferî xwendin û nivîsandina Kurdî dibe, dest bi lêkolînê dike. Gelek pirtûkên Kurdî yên wekî pirtûka Mihemed Emîn Zekî ya bi navê Kurd û Kurdistanê û Şerefname xwendin.

Sala1966`an jî Xelîl zanîngeh bi dawî kir û li bajarê Kobanê dest bi bijîşkiyê kir. Li rex bijîşkiyê xebatên ziman jî didomîne û dest bi komkirina peyvên Kurdî yên resen dike.

Li gorî ku Xelîl dibêje, wî ji gundiyan jî gelekî sûd wergirtiye. Hingê gelek kesên ji gundan ji bo muayeneyê tên cem Xelîl û wî jî hem ew derman kirin, hem jî ji peyvên wan yên resen sûd wergirt. Xelîl piştî demekê jî dest bi nivîsandina van peyvan dike.


Dest bi nivîsandina ferhengê dike

Xelîl her weha li kesên pîr jî guhdar dike û peyvên wan ên resen dinivîse. Li gel van xebatan Xelîl ji ferhengên Îngilîzî û Tirkî jî sûdê werdigire.

Di encama xebatên ku 40 salan de Xelîl biryar dide ku ferhengeke Kurdî binivîsîne. Ji bo vê yekê jî di 26’ê Mijdara sala 2006’an de dest bi nivîsandina ferhenga Kurdî-Erebî, dike. Heta niha Xelîl zêdetirî 40 hezar  peyvên Kurdî yên têkildarî mijarên civakî, zanistî, siyasî, aborî, leşkerî, têgeh û hwd. kom kirine. Xelîl Ezîz Ebdî ferheng wekî reşnivîs nivîsandiye û niha sererastkirina wê dike.


Helbestên berxwedana Koçberiyê

Xelîl ji bilî xebata ferhengê, li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, koçberiya ji ber van êrîşan û êşa koçberiyê jî dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Piraniya helbestên Xelîl li ser berxwedanî û êşa Kurdan e. Xelîl ev dîwana xwe ya helbestê bi navê “Berxwedana li Koçberiyê” bi nav kir. Xelîl niha van helbestên xwe jî sererast dike û amadekariya çapkirinê dike.


Bendek ji helbestên Xelîl Ezîz Ebdî: Azadî pir şêrîn e bikoşe bi dest bixîne

Buhaya wê pir giran e, buhayekî rasteqîn e

Buhaya wê ne peyv e, buhaya wê kirasekî bi xwîn e

Ger nikarî li xwe bikî gelê xwe nexapîne

Dilê ku ne çetel be, singê gewir qet nabîne

Ger azadî dixwazî li Kobanê bibîne

Azadî yan bin destî ji wir ji hev derxîne



KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ