Di rihê wî de ya ku bi awayekî zindî şewq dida evînek bû û bi çalakgeriya xwe wekî ku wê bibêje: “Peywira min deynê evînekê ye, çi peywîr bikeve pêş min bi kêfxweşî ez ê pêk bînim.” Evîna wî wekî evîna evîndarên rast bû. Her dem digot: “Ev peywira min e.” Lewma baweriya wî ya azadiyê, bi felsefe, têkoşîn û gelê wî di asta evîndariyê de bû. Evîna wî ew bû. Evîna wî riya ku ber bi heqîqet, zanîn û çalakiyê ve diçû bû. Di giyanê wî de ji tirsê re qet cih tune bû. “Tirs; enerjiya ku mirov di hundirê xwe de heps dike, teng dike, digire , dide revandin, vedişêre û zirarê dide ye.” Ew taybetiya dûrî kesayet û pratîka Çetîn bû. Lewre Çetîn hê di biçûkantiya xwe de bi fikra azad û giyanekî berpirsyar hatibû strandin. Dilê wî ji bo têkoşîna gel lê dixist. Di aliyê din de ji bo ku debara malbatê bike di karên pêvek de jî dixebîtî. Hişmendiya kedê, pîroziya nirxan di jiyana xwe de nîşan dida. Çetîn hê di temenê biçûk de gelek caran tê girtin û bi rojan di lêpirsîn û îşkenceyê re derbas dibe. Lê di kesayetiya wî de qet teslîmiyet û besbûn tune bû.
Di bîranîneke ku ez bûme şahît de ew tişt anîbû ziman: “Rêheval Mazlum Dogan ji malbata min re ev tişt gotibû; Çetîn zêde newestînin da ku zû mezin bibe”. Di xweza heval Çetîn de sekin, teredutkirin û bi mesafe tevgerîn tune bû. Ew ji bo wî di wateya mirinê de bûn. Çetîn gelek kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê nas kiribûn û bi wan re fersenda sohbetê bi dest xistibû. Wî her tim dianî ziman. Di sohbetên xwe de behsa kesayetên mînak dikir. Ew parverkirinên watedar îro jî di bîra min de zindîbûna xwe diparêzin. Bîranînên ku qala wan dikir, bi gelemperî li ser demên lêpirsînê û bi polîsan re têkildar bûn. Di sohbeteke me de wiha gotibû: “Dîsa ez di lêpirsînê de bûm. Dema seansa îşkenceyê xilas dibû, vê carê rêbazeke cuda diceribandin, nîqaşeke li ser welatparêziyê vekirin.
Komîser ji min re got, binêre Çetîn, kalikê min zilamekî dewlemend bû, li Misrê dijiya û mîratgirê wî tenê ez bûm. Wextê kalê min çû rehmetê ger ku min bixwesta doza maf li ser vekim, min ê milkên wî yên li Misrê tevahî dê bi dest bixista. Lê min nexwest û min red kir û wekî ku tu dibînî niha ez ji bo dewleta xwe xizmetê dikim. Beramberî wê jî meaşê xwe distînim. Piştî ku wî got, ez welatparêzekî bi dewleta xwe ve girêdayî me, min jî wiha jê re got: “Ez jî rojnameyan belav dikim, dixwînim û bê ku tiştekî madî bi dest bixim bîst û çar seatan dixebitim. Di ser de jî her meh ez ji budçeya xwe mehaneya xwe didim vê tevgerê.
Va ye feraseta min a welatparêziyê jî ew e. Piştî wê gotina min , dîsa ji cihê ku maye îşkenceya xwe berdewam kirin” Dîsa rojekê em runiştibûn û me sohbet dikir. Di wê navberê de yekî navnîşana Çetîn jê xwestibû. Wî bi uslûbeke qerfî lê ewqas jî watedar bersiveke wiha dabû: “Li Êlihê tu navnîşana min ji kîjan polîsî bipirsî wê ji te re bibêje.” Wê bersivê, hem em dabûn fikirandin hem jî bûbû wesîle ku em têra xwe bikenin.
Hebûna gelekî heqîqeteke dîrokî be, wê demê ew heqîqet bi saya sekn û helwestê kesayetên kêmdîtî yên ku xwediyê zanîn, hişmendî, cesaret, fedekarî û jiyaneke curet pêş dikeve. Çetîn jî yek ji wan kesayetên kêmdîtî bû. Wî xofeke mezin xistibû dilê neyar. Di encama wê tirs û xofa mezin de bi awayekî pexili ew qetil kiribûn. Dijminê tirsonek derba ku bi wî xistî re wisa fikirî bû ku dê rêheval û hempîşeyên wî, gelê wî biqutifîne. Lê îro bi wî mêjiyê xwe yê tevnik girtî re hîn zelal dibîne ku qet jî wisa nebûye. Di eslê xwe de xapandina ku xwe xistiye nav jiyana Çetîn a di dilê milyonan de fêm kiriye.
Di salvegera şehadeta wî (30 ê Tîrmehê 1992) de bi rêzdarî wî bi bîr tînim.
M. MEHDÎ ATACA / Ji Girtîgeha Tîpa-T Hejmar-2 Alîaga / ÎZMÎR