AZÎZ OGUR


Kuro te ez ne xwestim, 

te ne ez revandim

Te ez nekuştim, te ez helandim lo

Te ez kirim şîşa tenûrê, 

ji xwe re reş qelandim

Te ez kirim cûmek benîşt, 

li ser devê qenc û  xiraban 

li odê camêran te ez gerandim

Te ez kirim tayê derziyê 

ji xwe re, neqetandim 

Teyê nav û dilê min helandî, 

tu heq û sebebê te li min tine

Teyê dil û navê min helandiye, 

hêviya min ji rebê alemê 

heye ku te jî bihelîne lo 


Zerga jineke Kurd e bi evîna Mihemedê Axê (Mihemedê Daqorî) dişewite. Lê belê ji statuyên eşîrî bigire heta bi qanûnên civakî yên Kurdan, bêçare hiştina jinê, hebûna hêza dagirker li Kurdistanê; tevkujiyên dagirkeran û bêxemî an xwedîderneketina Mihemedê Daqorî, li evîna bêhempa ya Zergayê jiyana wê vediguhere dojehê. Bi biryara malbatê, bi taybetî bavê, bi ‘ seîdê heci şêxmus’ yê kal û mêrê sê jinan re hatiye zewicandin. Lewra Zergayê ji êş û azarên evîna Mihemed dihele. Lewra di hemû versiyonên cuda cuda ên strana Zerga û Mihemedê Axê de beşa naguhere nifira Zergayê ye: 

Mihemed Axa, Kuro dîno teyê nav û dilê min helandî, 

tu heq û sebebê te li min tine lo. 

Te dil û navê min helandiye, 

hêviya min ji rebê alemê heye ku te jî bihelîne


Lehengê Sînemaya Amûdê 

Di 13.11.1960’ê de bi destê rejîma Baas a Sûriyeyê sînemaya Amûdê dema zarokên dibistanê lê hatibûn komkirin, hate şewitandin. Di vê şewatê de 283 zarokên Kurd mirin. Êş û birînê vê tevkujî û bûyera trajîk, hîna jî didomin. Di dema şewatê de Mihemedê Daqorî gelek zarokan rizgar dike lê cara dawî ku xwe diavêje nav êgir da ku zarokan rizgar bike, venagere û jiyana xwe ji dest dide. 

Ev bûyer a biêş a derbasî dîroka Kurdistanê bûyî yekser bi gilî, gazinc û nifirên Zergayê ve girêdayî ye. 

Di dawiya dawî de jî nifir diçe serî û Mihemedê Axê ku Zergayê bi evîna wî heliya ye, bi çarenesûke trajîk re rû bi rû dimîne. Mihemed bi bihîstina şewata sînemeya Amûdê re diçe cihê bûyerê xwe li nav agir dixe û zarokan rizgar dike. Piştî ku çend caran dikeve nava agir û zarokan derdixe, cara dawiyê bi ketina banê sînemeyê re ew jî di hûndir de dimîne û jiyana xwe ji dest dide. 

Nifira Zergaya xwediyê evîna mezin bi cih tê, Mihemed jî mîna wê dihele. Lê belê mîna lehengekî Kurdan di dîrokê de jî cihê xwe digire. Lewra Evîna Zergayê Mihemed jî dişewitîne lê di heman demê de wî mezintir jî dike. 


Statuya Mihemed: Reyîsê Kurdan

Di strana Zergayê de diyar dibe ku Mihemed hem ji aliyê civakî, eşîrî ve hem jî ji aliyê dewlemendiyê ve li hafa jor a civakê ye. Ji gotinên ku di stranê de tim têne dubare kirin yê mîna, “Eman li minê, ez ê bi Amûda bavê Mihemed ketim...” diyar dibe ku Mihemed lawê Seîd Axa yê bi hêz û dewlemendiya xwe mîna xwediyê Amûdê tê nasîn e. Mihemed siwarê cîbê ye û bazirganiyê jî dike. Di stranê de ji devê Zergayê statuya Mihemed wiha tê vegotin: “Mihemedê Seîd Axa, bavê Fehet, kekê Dilşa, mendûbê Şamê, reyîsê Kurdan, axayê eşîrê, siwarê cîbê, bazirganê laylonê ser dikanan, xwediyê sînema Amûdê.” 

Bi pênasekirina “tifinga destê Mihemedê Axê ji va yê Ecem î şeş derhem” lehengiya wî tê vegotin. 


Hêza vegotinên Zerga

Di gotinên Zergayê de tevahiya hûnerê wêjeya devkî cih digire. Bi teşbîh û daneyên jiyana demê wêneyekî berbiçav ê jiyana civakî jî radixe ber çavan. Şibandinên Zergayê yên ji bo evînê tev agir an tiştên têkildarî agir in. Lewra Zergayê bedena xwe ya bi evîna Mihemed Axa dişewite dişibîne ‘sênc a sor çilo ya agir pê ketiye’.  

Zergayê evînê wisa îfade dike:

Derdê dilan derdekî no (dijwar) ye, ne bi şev û ne bi ro ye. 

Weke agirê ku mirov berde wê sênca sor çilo ye.

Di encama vê evîna mîna şewetê de, Zergayê rewşa xwe jî wiha bi gilî û gazinan û nifiran îfade dike: 

Te ez ne xwestim, te ne ez revandim, 

Te ez nekuştim, te ez helandim, 

Te ez kirim şîşa tenûrê, reş qelandim

Te ez kirim cûmek benîşt, li ser devê qenc û xiraban li odê camêran te ez gerandim

Te ez kirim tayê derziyê, neqetandim 

Te nav û dilê min helandî, tu heq û sebebê te li min tune

Hêviya min ji rebê alemê heye ku te jî bihelîne lo. 


Evîndara dilnizm, evîna mezin

Zergayê ji bo hêz û mezinbûna evîna xwe nîşan bide her xwe biçûk dike. Beranberî vê jî Mihemed mezin dike. Bi redkirina hemû statuyên eşîrî û malbatî re Zerga xwe bi dilnizmî bi guhdarvanan wiha dide nasîn û evîna xwe ji xwe re dike nasname: 

Ez ne Milî me, ne Kîkî me, 

Sibê, nîvro êvarê, pênc wext li ser vê riya Erebkendê, 

li pêşiya gundê Til Hebeş rûniştî, li benda wî me 

Xelk ji min siwal dike: Keçê tu kî yî li vir çi dikî, 

Min got li esl û peslê min nepirsin, hema ez ê tolekek ji eşîra wî me

Heger hûnê min nas nakin, ez Zerga me Zerga Evdî, dosta Mihemedê Seîd Axa lawikê Deqorî me.


Zerga li ber xwe dide, lê Mihemed bêdeng e

Piştî kû Zerga li gel hevalên xwe vê stranê dibêje

û evîna xwe ji hevalên xwe re eşkere dike 

ev evîn wek pêlên behrê di nava Amudê û derdorê de belav dibe. Lewra Zerga Qiza Evdiyê Xelo ye û Evdî Xelo maqulê malbata xwe ye. Ji xwe Mihemed jî kurê Seîd Axa yê mezinê eşîra Deqoriya bû. Mîna xwediyê Amûdê dihate naskirin û Mihemed jî mezinek ji mezinê Kurdan bû. Her wiha bavê wi Seîd Axa Mendubê (Parlementer) Şamê bû. Ji ber vê yekê ev evin pir zû belav bû. Ev buyer diçe guhê bavê Zerga ji. Bavê Zergayê Evdî pir bêzar dibe. Ji ber vê yekê radibe wê li ‘Seîdê Heci Şêxmus’ maqulê eşîra Gebara. Ji ber kû ev bûyer bela dibe û dibe wek doza namûsê, Mihemedê Seîd Axa ji di bendengiyê de dimîne. Di vê derê de mirov sersariya Mihemed dibine. An dikare were gotin bi qasî Zergayê ji Mihemed hezdikir Mihemed ji Zerga heznedikir lewra xemsar nêz dibû. Her wiha piştî ku xelk pê hesiya Mihemed bixwesta jî gelek zehmet bû ku bizewicin. Mihemed bi vê yekê razî bû lê Zerga ev yek qebûl nedikir û di go çawa Mihemedê Seîd Axa nehat ez nexwestim? 

Piştî ku bavê Zerga ew da Seîdê Hecî Şêxmus (merê sê jinan) dilê Zerga gelekî ji Mihemed mabû ji ber ku  Mihemed li ser soza xwe nesekinî bû. 

Zerga ji statuyên eşîrî bêzar e. Dibe ku sedema negihiştina hev a wê û Mihemed ji ber statuya wan a eşîrî ye. Lewra difikire ku ji asta herî jêr a civakê bûna, belkî rewş bihata guhertin. Ji ber vê yekê jî beranberî şeveke dîtina Mihemedê Daqorî tevî xwe malbata xwe jî dadixe asta herî jêrîn û dîbêje: 

Bila birayê min ê biçûk şivanê berxa ba

Bila şindoka diya min geroka nav mala ba

Bila kalê bavê min li odên camêra li ber qûnikê çixara ba

Bila cîba Mihemedê Seîd Axa ji Mendûbiyê kar ba

Bila şevekê li mala bavê min Zergayê bi mêvan ba 


Fedekariya Zerga bêxemiya Mihemed

Stran bi rengên awayê jiyana rojane û aboriya xelkê jî xemiliye. Jiyaneke koçerî û sewalkarî heye. Lewra vê yekê jî di stranê de tîne ziman. Di dema ku herkes amadekariyê dike da ku biçe ber pez (di stranê de weke koçerî tê bi nav kir) dibihîse ku Cîba Mihemed Axa tê, naxwaze biçe û dibêje, “Min got hûn herin oxir be ji we re, ez ê karibim ji bo xatirê çavî reş î belek konê xwe deynim li ser darê deviyê.”

Her wiha bi xwe evîna xwe tîne ziman û ji Mihemed dixwaze li evîna xwe xwedî derkeve. Jiyana beyî Mihemed ji mirinê jî girantir e ji bo wê, û li ser vê ew wiha dibêje: 

Minê rahişte reş, kefen û sabûnê xwe ez ê sekinîme li pêşiyê, 

Minê bigota hema tu bidê xatirê min keçikê, min delalê min zeriyê, çima tu min narevînê. Tu nabe Ser darê wê hewiyê? 

Di stranê de di nava gilî û gazincan de ya herî balê dikişîne ser xwe bêzariya ji xwedîderneketina Mihemed a li evîna wê ye. Lewra Zerga rê nîşanî dide û xîtabî hestên wî dike û wiha wî teşwîq dike: 

Bi Amûda Bavê Mihemed ketim, 

Dêhn û bala xwe didimê lo, li derê çem e

Tifinga destê Mihemedê Axê ji va yê Ecem î Şeş derhem e

Hema wê tifingê berde min kevoka ser herema  

De wê çaxê di nav dost û hevalên xwe de navkî di xwe bide, 

Bêje; He hey.. ez kilê her dû çavê Zergaya xwe me, 


Ez ne berx im ne kavir im... Belindir im

Zerga her carê xwe bi şêwazekê pênase dike. Geh koleya ji eşîra Mihemed e, geh kevoka ser herema ye, geh jî belindir e. Belindir ew pez e ku ji kavirtiyê ber bi mîhtiyê ve diçe. Lewra vê carê jî rêbazeke din nîşanî Mihemed dide da ku wê ji xwe re bibe û wiha dibêje: 

Ez nizanim, ne ez berx im, ne kavir im, erê kuro ez belindir im 

Vaye berx û pêz berê xwe dane Xirbê Amûdê, cot e cot, bir bi bir e

De tuyê di nava dost û hevalê xwe de bêje; bê welleh dilê min heye ez ê herim ji xwe re kavirekê ji zomê bikirim.

Dema tu hatî Xirbeyê Amûdê, çavê xwe li dora xwe bigerîni û şiva xwe ya hêzaran li kulava dewa min bixe, bê bi namûs ev Qera Zom ji min re

Piştî van gotinan jî biryardariya xwe ya xwe gihandina evîndarê xwe, Zerga xwepênasekirina mîna MORÎ ku li pey wî bigindirî tîne ziman û dibêje; 

Dibe xêrnexwaz û dilnexwazên me hebin bêjin, ev qera zom biha ye ti nekirî, 

Heger tu min ji xwe re nebî, ez ê li dû te bibim morik bigindirim.


Ev dil dixwaze her tim tu axa be

Di wê demê de heger ku xortek ji qizekê hez bikira û bixwesta hezkirina xwe jê re diyar bike, wexta qîz derdiket ser xênî xortê evîndar jî derdiket ser xênî bi neynikekê tav û tirêjên tavê didan çavê hezkiriya xwe. Eger qîzê jî neynika xwe bida çavê wî xortî wê demê evînê dest pê dikir. Mihemedê Seîd Axa ji bi wî awayî evîna xwe ji Zerga re eşkere kiribû. Her çiqas Mihemedê Seîd Axa jî vê evînê re xemsar bû jî, her tim Zerga bi hezkirineke mezin giradayî Mihemedê Deqorî bû û ti car ne dixwest kêmasi were ser û wiha dibêje; 

Axa wez bi qurban, kuro min go li kihelê siwar nebe tirsim tu tê wer be lo/ 

Axa ji bo Xwedê li devehan siwar nebe tirsim tu bi Koçer be lo/

Kuro ji bo min li ser xaniyan negere, tirsim tu bi qeşmer be lo / 

Ma qey tu nizane li vê dinya derewîn ev dil dixwaze ku her tim tu axa be lo, ax limin lo... 


Zewaca bi zorê û wesiyeta Zerga

Ber bi dawiya stranê ve Zerga çarenûsa xwe vedibêje. Bi zorê û bi kesekî kal ê mêrê sê jinan re hatiye zewicandin. Lewra rewşa tevî nifir û îsyana xwe wiha rave dike:

Bavê min Evdî, xêrê bike, xêrê nebîne, 

genimê sor biçîne, zîwan û xela lê rabe hilîne, 

Ez ê nedame Mihemedê Axê siwarê cîbê, 

Ez ê dame Şêxmûsê Hiso ew kûçikê dûv şivana 

W´ez ê dame Şêxmûsê Heso mêrê sê jinan

Ev sîng û berê min weke qeymaxêke ji wan qeymaxê mastê mihan, 

wê bê devê xwe yê genî lê bixe biherimîne 

Evîna Mihemed, Zergayê nexweş dike û dizane mirina wê nêzîk e. Lewra mîna wesiyet jî van gotinan ji Mihemed re dibêje:

Tu nayê li halê min napirsê, ez ê îro ji doh xerabtir im

Îro çend roj e, Azraîlê mewtê, qasidê felekê dike dawa rihê mine

Minê gazî li bav û birayê xwe kirî

Hûnê bişînin dû Mihemedê Axê bila were serekî bide mine

Wele heger nehat serekî neda mine, 

wexta ku tabûta min birine xopana Amûdê 

hûnê jê re bêjin bila were fatîhekê bixwîne ser tirba mine 



Rêbaza herî bi bandor

Di wêja devkî ya Kurdan de vegotina herî bi bandor a serpêhatî, bûyerên dîrokî heta bi destan û mîzansenên hatine çêkerin ji devê jinê ye. Di pirraniya stranên dengbêjî û destanên Kurdî yên li ser evînê yan jî felaketên bi ser civakê hatê de ev rêbaz hatiye bikaranîn. Destana Derwêşê Evdî ji devê Edûlê hatiye gotin. Dema Derwêş di şer de tê kuştin, Edûlê serê wî datîne ser kaba xwe û destanê ji serî ve dibêje. Yanî ji dawiya çîrokê vedigerê serê wê û bi tevahî serpêhatiyê vedibêje. Dîsa di destana Cembeliyê Kûrê Mîrê Hekariya û Binefşa Narîn de heman rêbaz heye. Binevş a dema dergûşa Cembeliyê lawê xwe dihejîne bi “Lorî lorî Cembeliyê min lorî” re stranê dibêje û li destpêka çîroka evîna xwe û kurê mîrê Hekariyan vedigere.  Qasimê Meyrê, Bavê Fexriya û Hesenê Mala Mûsa ku ji devê hezkiriya wî Hedka Qaso jî di nav de bi dehan mînakên vê yekê dikarin werin rêz kirin. Lê belê ya Zerga û Mihemedê Seîd Axa bêhtir bi wî rengê strana Xirabo ye ku tê de jin li ser evîna xwe dinihurîne. Tevî ku wisa ye jî, aliyekî taybet ê stranê xwe dide der ku dikare bike ku em wisa hizir bikin, Zerga weke aktora performansê dikare bi temamî sêwirandina hunermendî be ji bo ku serpêhatiya Mihemedê Axê trajîktir bike.  

Stran mîna straneke evînê derdikeve pêşberî me. Serpêhatî ji devê Zergayê tê gotin. Heskirina wê ya ji Mihemedê Daqorî re bê encam dimîne. Lewra ji ber evînê şewitiye, nifirê li Mihemed dike ku ew jî bişewite. Di stranê de qala mirina Mihemed qet nayê kirin, her wiha trajediya sînemeya Amûdê jî tine ye. Tenê hestên kûr ên evînî yên Zergayê hene. Lewra dibe ku ji stran û destanên Kurdî yên mayî cudatir ev stran beriya mirina Mihemedê Daqorî jî yanî beriya şewata sînemeya Amûdê jî hatibe amadekirin. 

Zergayê di dawiya stranê de qala nexweşiya xwe ya giran dike û dibêje heger neyê nexweşxaneyê seriyekê lê nexe jî herî kêm bila were ser tirba wê û fatîhayekê bixwîne. 

Bûyera Sînemeya Amûdê bûyereke dîrokî ye. 250 zarok tevî Mihemedê Daqorî di wê şewatê de bûne qurban. Wêneyê Mihemedê Daqorî jî hene. Lê belê çarenûsa Zergayê ne diyar e. Jixwe çawa me di destpêkê de jî îşaret pê kir ka ew fîgureke wêjeyî ji bo vegotinê ye yan na jî ne diyar e. Heke ne wisa be, gelo bi nexweşiya dijwar beriya Mihemed miriye, yan piştî mirina Mihemed ev stran avêtiye ser, ew jî nayê zanîn. Mîna gelek stran û serpêhatiyên dîroka Kurdistanê tevî ku bi nifir û evîna xwe ya ku Mihemed xistiye lehengekî Kurdan, Zerga ye. Lê Zerga nayê nasîn, çarenûsa wê ne diyar e. Zerga lehenga Amûdê, sembola dilsozî û evîndariya jina Kurd a wenda ye… 


* Beşên stranê ji şîroveya solîstê Koma Avesta Umîd Qoserî hatine girtin. Her wiha lêkolîna salên dirêj a rêzdar Umîd Qoserî bi detay û hurguliyên girîng ev nivîs rengîntir kir.