Ew ê beşdarî hilbijartinê nebin
Serokê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Dr. Berhem Salih got, ew ê beşdarî hilbijartina parlamena Herêma Kurdistanê nebin.
Li Hewlêrê şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) a bi serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê PDK'ê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî serdana Komeleya Îslamî ya Kurdistanê çû serdana Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê. Piştî hevdîtinê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Dr. Berhem Salih li ser naveroka hevdîtinê daxuyanî dan.
Hilbijartin wê di dema xwe de pêk bên
Dr. Berhem Salih diyar kir ku ji ber ku nûnerê partiya wan di Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê de nîne û têbiniyên wan li ser karên wê hene, wê beşdarî hilbijartina parlamena Herêma Kurdistanê nebin.
Dr. Berhem Salih red kir ku ji bo postê Serokkomariya Iraqê namzetiya xwe danîbe.
Cîgirê Serokê Giştî yê PDK'ê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku wê hilbijartina 30'ê Îlonê ya Parlamena Herêma Kurdistanê di dema xwe pêk bên û got; "Ti partiyan bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinê nekiriye. Hilbijartin wê di dema xwe ji bo welatiyan bi sûd bin."
Barzanî da zanîn ku wê di nava çend rojan de bi Tevgera Goran re jî bicivin.
Barzanî destnîşan kir ku di hevdîtinê de qala hilbijartinên Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirine. ROJNEWS/SILÊMANÎ