Remziye Tosûn ku li dijî êrîşên dewleta Tirk tevî 4 zarokên xwe 3 mehan li Sûrê ma, bû wekîla Amedê. Tosûn dê di parlementoyê de bibe deng û rengê gelê Sûrê.
Mala Remziye Tosûn a li Sûrê di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hate xerakirin. Tosûn, piştî ku ji Sûrê derket jî, tevî neh kesan bi îdîaya “endametiya rêxistinê” û “hewldana bi zora çekê ji bo guhetina sîstema destûrî” tevî keça xwe Bêrîtan a 1.5 salî hate girtin. Piştî ji hepsê derket, tevî pîrka xwe û zarokên xwe li gundê Termila Jêrîn a Erxeniyê bi cih bû û têkoşîna xwe ya siyasî dewam kir.
Têkoşîna wê ya li Sûrê wê li Meclîsê bidomîne
Tosûn ku li avahiya HDP’ê ya bajêr weke aşpêş dixebitî ji bo bibe dengê her kesên li Sûrê ji aliyê dewletê ve hatine mexdûrkirin, ji HDP’ê bû namzet. Tosûn li Amedê di rêza 4. de namzet bû û hate hilbijartin. Tosûn wê têkoşîna xwe ya li Sûrê nîvco mayî li Meclîsê bidomîne.