Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb der barê nakokiyên di navbera YNK’ê de re axivî û behsa mijarên girîng kir. Xerîb ji bo ragihandina Navenda Biryara YNK´ê û nakokiyên di nava partiyê de, pêşniyaz kir ku diyalog ji bo çareseriya pirsgirêkan were bikaranîn.
Diyar Xerîb got: “Navenda Biryara YNK’ê xwestine ku ew rewşa heyî ya di nava YNK’ê de bi dawî bibe. Ji bo wê jî xwestine ku demekê ji ya din zûtir kongre were lidarxistin. Bêguman heta bi vir mijar asayî ye. Ji ber ku beriya niha jî di nava rêveberiya YNK’ê de nakokiyên bi vî rengî derdiketin.”
 


Mijarên ne asayî

Diyar Xerîb di dewama axaftina xwe de got, “Ger di rewşeke guncaw û aram de ev daxwazî bihatana kirin, ew daxwazî wê demê dikevin xizmeta YNK’ê. Ev ragihandin di demekê de bû ku mijara aliyan demek bû di nava YNK’ê de nemabû. Ev yek jî bûbû sedema moralê di nava YNK’ê de. Vê helwesta dawî ev moralê endam û dostên YNK’ê têk bir.”
 


‘Ragihandina PDK’ê benzîn li êgir kir’

Li gorî Diyar Xerîb, xala herî neasayî jî ew e ku sazî û dezgehên PDK’ê “bi taybetî Rûdaw û Kurdistan 24, wek ku hingiv ji kuna darê dizîbin, tev digeriyan. Li şûna avê, benzîn bi ser êgir de kirin. Gelek hewl dan ji bo kûrkirina nakokiyan û hewl dan ku hema wê şevê mijarê çareser bikin û aliyekî rewa bikin, aliyê din jî ne rewa bikin. Her wiha xwestin bi rêya kadroyên YNK’ê vê yekê bikin. Wek ku çawa sala 2009’an PDK’ê di nava partiya Zehmetkêşan de rewabûn ji Qadir Ezîz wergirt û da aliyê Belên Ebdullah. Kadroyên YNK’ê jî di vê mijarê de heman şaşitî kir.”
Xerîb ji bo helwêsta hin endamên YNK´ê got, “Ev mijar helwesta bi guman a hinek endamên rêveberiyê jî nîşan dide ku xwe wek Navenda Biryarê ragihandine. Ev berpirs behsa bihêzbûna YNK’ê dikin. Gelo bi vî awayî wê YNK’ê bihêz bibe? Nexêr!”

 

‘Tenê PDK’ê ji vê rewşê sûd werbigire’

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê wiha axaftina xwe dewam kir: “Ew behsa pêkanîna xalên lihevkirina di navbera YNK û Gorranê de dikin. Lê belê ev helwêst wê çiqasî xizmeta vê lihevkirinê bike? Gelo Gorran mafê wê nîne, vê helwêstê li dijî lihevkirinê bibîne? Ya herî baş ne ew bû ku rêveberiyên YNK’ê bihiştana ku Newşîrwan Mistefa ji bo çareseriya van pirsgirêkan navbeynkariyê bike? PDK tenê ji vê pêvajoyê sûdê werdigire.”

 

‘Divê pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibe’

Di dawiya axaftina xwe de Diyar Xerîb behsa girîngiya diyalogê di navbera aliyan de kir û got: “Girîng e hemû aliyên YNK’ê vê bizanin ku çareserkirina pirsgirêkan tenê di zemînê wan yê rêxistinî de pêkan e. Ger mezinbûn û bihêzbûnê dixwazin, divê pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Naxwe, YNK wê ber bi pêvajoya tinebûnê ve biçe. Ew ê bi vî awayî dawiyê li xwe bînin.”


ROJNEWS/QENDÎL