Bi dehan parlamenterên jin ên Fransayî yên di asta neteweyî û Ewropayê de daxuyaniyeke hevpar weşandin û piştgiriya berxwedêrên jin ên Kurd kirin. Parlamenteran ji civaka navneteweyî xwest ku li dijî dagirkeriya Tirk bikeve nava hewldanan.

Tevî endamên Senatoya Fransayê û Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, her wiha endamên Parlamenta Ewropayê jî mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar. Di daxuyaniyê de jinên Kurd ên li Rojava hatin silavkirin û hat gotin, ji bo jinên li dinyayê hemûyan têdikoşin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên Kurd ne tenê li dijî DAÎŞ‘ê di heman demê de ji bo parastina nirxên jinan hemûyan şer dikin.

Parlamenterên jin ji Fransa û Yekîtiya Ewropayê xwestin ku pêkanînên tund li Tirkiyeyê ferz bikin û piştevaniya avakirina herêmeke ewle ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de kirin

 

ANF/PARÎS