Koordînasyona KJK’ê êrişa polîsên Tirk a li Gebze û Qoserê ya li dijî dayikên Kurd, bi tundî şermezar kir û got, “Her polîsê faşîst divê zanibe; tiştên li dijî dayikên me kirine wê neyên qebûlkirin û hesab ji wan bê pirsîn.”

Polîsên Tirk Îna bihurî, li Gebzeyê êriş biribû ser dayikên ku çalakiya rûniştinê dikirin. Piştî rojekê jî li navçeya Qoserê ya ser bi Mêrdînê, wan êrişî dayikan kiribû ku li dijî tecrîdê çalakî dikirin.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êriş bi tundî şermezar kir. KJK’ê teqez kir ku ew ê ji wan polîsan hesab bipirsin.

Di daxuyaniya KJK’ê de hate gotin, “Pêngava me ya berxwedanê ya bi navê ‘Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’, li her deverê belav dibe û xurt dibe. Li zindanan bi hezaran girtî bi biryardarî di greva birçîbûnê de ne, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî gelê me bi grevên birçîbûnê, meş, xwepêşandan û çalakiyên protestoyî berxwedana me ya azadiyê geş dike.

Bi sedan hevrêyên me ku ev zêdeyî sed rojî ye, di greva birçîbûnê de ne, bi hezaran hevalên me yên girtiyên azadiyê gelek caran da xuyakirin ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe û karibe di nava şert û mercên azad de bixebite, wê berxwedana xwe bidomînin.”

Ti carî wê neyê jibîrkirin

KJK di dewamê de got, “Dayikên me bi rengê herî xurt xwedî li vê berxwedanê derdikevin û her roj li dijî her şêweyê zordariyê li ber xwe didin. Divê were zanîn ku KJK êrişên faşîzan ên li dijî dayikên me qebûl nake, bi tundî şermezar dike. Em ê vê nêzîkatî û êrişa bêwijdan û faşîzan a polîsên Tirk a li dijî dayikên xwe ti carî ji bîr nekin û hesab jê bipirsin.”

KJK’ê çarenûsa Sedam Huseyn jî  bi bîr xist û wiha dewam kir: “Em ji dîrokê dizanin; leşkerên dîktator Sedam dema ku gule berdidan serê dayikên me, ji wan we bû ku wê hesab ji wan neyê xwestin. Lê rojek hat, ew mejî û destên dîktator hesabê vê dan. Her polîsê faşîst ên dewleta Tirk yê ku bi ço dehf didin, bi erdê re kaş dikin, bi ava şid êriş dikin, divê zanibin ku êrişên wan ên li dijî dayikên me wê neyên qebûlkirin û hesab ji wan bê pirsîn.”

KJK´ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “AKP dijminê Kurdan e. AKP dijminê azadiyê ye. Lê em êdî zilm û lîstikên faşîzmê baş nas dikin. Lewma em ê li pêşberî êrişan teslîm nebin, heta ku dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin û bikin ku bi rengekî azad bixebite, em ê li ber xwe bidin. Divê gelê me, jin, ciwan, dostên me û raya giştî bi vê rastiyê zanibin. Em ê êrişên faşîzan ên li dijî dayikên xwe ji bîr nekin, bêhesab nehêlin. Pêngava me ya berxwedanê wê tecrîdê bi dawî bike, faşîzmê hilweşîne û li ser vê bingehê Kurdistanê azad bike.”

 

NAVENDANÛÇEYAN