HPG’ê ragihand ku serdarê ku koordîneya operasyona li Amedê dabû destpêkirin, hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê HPG’ê ve, li Colemêrgê 6, li Wanê kontrayek, li Amedê yek jê serdar 3 leşker hatin kuştin. Li Çewlîgê jî li dijî qereqolê çalakiyek hat lidarxistin.
HPG´ê da zanîn ku gerîlayan li di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de 2’yê Tebaxê li dijî girên ewlekariyê yên Qereqola Bêzelê ya navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê, çalakiyek lidar xistine. Di encama derbên giran ên li dijî girên ewlekariya qereqolê ji çar baskan ve herî kêm 6 eskerên artêşa Tirk a dagirker, hatin kuştin.
Ji kontrayan rêya xilasiyê nema
Gerîlayan 2’yê Tebaxê jî li devera Guzeldere ya Wanê yekîneyeke kontra kir hedefa çalakiya xwe û herî kên kontrayek hat kuştin, 2 jî hatin birîndarkirin.
HPG´ê li ser operasyona artêşa Tirk a dagirker a 1’ê Tebaxê danê sibehî ev agahî dan: ”Saet 05:30’an, artêşa Tirk a dagirker li derdorî Gundê Xoser a girêdayî navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonekê kiribû. Hêzên dagirker ên Tirk ên ku ketin gundê Xoser zext û zilm li gundiya kirin, êşkence li welatiyan kirin.
1’ê Tebaxê saet 09:40’an hêzên me, li dijî koordîneya operasyonê ya li quntarên girê leşkeran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de serdarekî ku koordîneya operasyonê bi rêve dibir û li gel 2 leşkeran hate kuştin. Artêşa Tirk a ku di operasyonê de derbên giran xwarin, heman rojê saet 15:30’an bêyî ku encamekê bi dest bixe vekişiya.”
Derba gerîla li dijî mekanên dagirkeriyê
HPG´ê da zanîn ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şehîd Azad Farqîn, Şehîd Jînda Ozgur de, 1’ê Tebaxê bi şev li dijî Qerqola Şargê ya li Çewlîgê çalakiyek li dar xistiye û derbên giran li artêşa Tirk xistine, lê belê hejmara kuştî û birîndarên eskerên Tirk nehatiye zelalkirin. HPG´ê wekî din got, eskerên ku bi gerîla nikarin daristanên deverê dane ber agir.
ANF/BEHDÎNAN