RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Li Silêmaniyê perde ji ser peykerê yek ji pêşengê xwepêşandana sala 1930’î ya li dijî Brîtanyayê, Ewle Sîsî hate rakirin.
Li silêmaniyê vê êvarê li ber Deriyê Seraya Silêmaniyê perde ji ser peykerê yek ji pêşengên xwepêşandana sala 1930’î ya li dijî Brîtanyayê, Ewle Sîse hate rakirin. Peyker ji aliyê peykersaz Çêner Nizarî ve hatiye çêkirin.
Peykersaz Çêner Nizarî derbarê çêkirina peyker de got; “Ev projeya min ji bo kesayeteke girîng a diyar ya xwepêşandana li ber Seraya Silêmaniyê ye. Xwepêşandan 6’ê Îlona sala 1930’î pêk hat, bi pêşangiya Ebdul Mihêdîn Îbrahîm ango Ewle Sîsî, niha weke qehreman tê naskirin.”
Peykersaz Çêner Nizarî di dewama axaftina xwe de wiha peyivî; “Peyker bi madeya bironzê li Îranê hatiye amadekirin. Bilindiya peyker 380 santîmetre ye. Çêkirina peyker 2 mehan dewam kir. Sponsoriya çêkirina peykerê jî Tofîq Xelwaçe kir ku Ewle li mala wî maye.”
Ewle Sîsî kî ye?
Di peymana sala 1930’î ya navbera Iraq û Brîtanya de behsa Kurdan nehate kirin. Başûrê Kurdistanê weke Iraqê hat naskirin, di 6’ê Îlona heman salê de li Seraya Silêmaniyê yekemîn xwepêşandana gel ya li dijî Brîtanyayê hate lidarxistin.
Ewle yek ji pêşengên xwepêşandanê bû. Di xwepêşandanê de ji Ingilîzan kesekî nêzî 120 Kurdî kuştin, Ewle Sîsî jî bi kêrê ew Îngilîz kuşt û piştre Ewle Sîsî ji hate gulebaran kirin. Di gulebaranê de birîndar bû û piştre li xwepêşandanê jiyana xwe ji dest da û navê xwe li rûperên dîrokê nivîsî.