KCK: Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li her derê serhildanên xwe xurt bikin û bikin ku hevdîtina bi Rêber Apo re pêk bê. Heta ku li ser tendirustî û ewlehiya Rêber Apo agahiyên pêbawer werin wergirtin, divê berxwedan bidome.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şewata li Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.KCK´ê tê de got, “Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û bi ser de jî bi nûçeya agir bi Îmraliyê ketiye, êrişî hest û îradeya gelê Kurd tê kirin.” KCK´ê ev rewş weke komployekê bi nav kir û ji ber vê bang li gelê Kurd kir ku têkoşînê xurt bike û bike ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser şewata li Îmraliyê daxuyaniyek da û got, “Wezîrê Karê Navxweyî yê faşîst ê tifaqa AKP û MHP’ê diyar kir ku agir bi Îmraliyê ketiye. Ev daxuyanî di nav axaftinekê de hatiye gotin û armanceke wê heye. Vê zivistanê agir bi Îmraliyê ketibe, naxwe ev tişt nîşan dide ku li ser Rêberê Gelê Kurd û hevalên wî komployek heye. Di vê pêvajoyê de şerê li Idlibê gurr dibe û bi daxuyaniya wisa re gel û saziyên Kurd ketine nav tevgerê. Gelê Kurd û rêxistinên wê diyar kirine heta ku ji Rêber Apo agahî were wergirtin wê li meydanan bin. Gelê Kurd jî li her derê daketiye qadan û helwesta xwe zelal kiriye. Gelê Kurd û dostên wan li benda agahiya başbûna tendirustî û ewlehiya Rêber Apo ne.”
Divê parêzer Ocalan bibînin
KCK´ê got, dewleta tirk gav neavîtiyê li ser vê babetê û wiha dewam kir: “Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û bi ser de jî bi nûçeya agir bi Îmraliyê ketiye, êrişî hest û îradeya gelê Kurd tê kirin. Şerê taybet bi taybetî hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzerên wî re pêk naîne. Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li her derê serhildanên xwe xurt bikin û bikin ku hevdîtina bi Rêber Apo pêk bê. Heta ku derbarê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo de agahiyên pêbawer werin wergirtin, divê berxwedan bidome.
2020 wê bibe sala azadiya Rêber Apo
Vê daxuyaniya şewatê di zivistanê de û di dema şerê Idlibê de hatiye kirin. Tendirustî û ewlehiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê meseleyeke man û nemanê ye. Ev daxuyanî hêrsa gelê me zêdetir dike. Li Îmraliyê heke rewşeke neyînî pêk bê, berpirsên vî tiştî Tayyip Erdogan û AKP ne. Di warê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo de jî dewleta Tirk û saziyên navneteweyî berpirsyar in. Di warê dîlgirtina Rêber Apo de berpirsên yekemîn DYE û NATO ne. Ji ber vê jî divê ev hêz hemû derbarê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo de gavên pêbawer biavêjin.
Parêzer û malbata Rêber Apo piştî daxuyaniya şewatê ji bo hevdîtinê miracaet kirin lê ev serlêdan nehatine bersivandin. Rêber Apo pêşengê gelê Kurd e.
Gelê me û dostên me bi ruhê berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ daketine meydanan û xwedî li Rêber Apo derketine. Heta ku di warê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo de agahiyên pêbawer werin wergirtin, divê ev berxwedan bidome. Sala 2020’an wê divê bibe sala ku Rêber Apo û gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixin.”
ANF/BEHDÎNAN