Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ewlekariya hemû herêmên Minbicê radestî hêzên wan hatine kirin.

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li ser mijarê bi vî rengî bû: “ Em weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê ji raya giştî re radigihînin ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) erka xwe ya li Minibicê pêk anî û bi lehengî çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê qewitandin, hemû nuqteyên li bajarê, radestî hêzên me kirin. Her wiha ew noqteyên li xeta parastinê yên li bakurê Çemê Sacûrê jî radestî hêzên me kirin.

Di dawiyê de em weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê careke din spasiya keda QSD’ê dikin, ku ji bo xizmeta welatiyan li Minbicê û tevahiya Sûriyê dane.” 

 

MINBIC