
Ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Baselê bi rengekî bê navber çalakî tên lidarxistin.
Li bajarê Swîsreyê Baselê, girseya gel bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk li ber gara trênê ya Baselê civiya û bi gotina dirûşman kete nava avahiya garê.
Di çalakiyê de li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Girseya gel piştre bi gotina dirûşman çalakiya rûniştinê pêk anî. Girseya gel a ku posterên Ocalan hilgirt, piştî wextekî bi gotina dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.
BASEL