Li marsê duxaneke 1530 kîlometreyan dirêj hat dîtin ku ji devê kratereke volkanî hildikişe jor. Belkî gelek bibêjin, muhtemel e ku ew duxana volkanê be, lê eew volkan ev 10 milyon sal in ku ne çalak e. Kamerayeke li ser Mars Expressê ev wêne girtiye di ser wê kratera bi navê Arsia Monsê 10´ê meha bihurî.

Hasilî, di wêne de ya xuya dibe ewrekî mîna pirtikan e û spî ye û dirêjahiya wî jî bêhtirî 1500 kîlometreyan e, lê bi serê xwe sirrek e. Ji ber ku ewrên tên zanîn ên li Marsê peyde dibin û paşê tine dibin. Lê ev bi xwe ji 13´ê Îlonê ve her heye, ya rastî 12´ê Cotmehê jî li heman cihî bû hîna.

Lêkoler îşaret pê dikin ku ewrên ji çiyayan li ser marsê gelek caran didin der, lê ya ku vî ewrî ji yên din cihê dike, dirêjahî û dewamîbûna wî ye. Jixwe, ev ewrê hanê bi tenê li dora çiyayên agirî tên dîtin.

Li gorî lêkoleran hem li dinyayê û hem jî li Marsê, ji ber hewaya sar û toza li ber bê ketî, ev ewrên mîna pirtikan ku dişibe duxanê, peyde dibin. Li Marsê carinan bahozên toz û ecacê ku adetî ne, vediguherin bahozên global, çawa ku îsal jî çêbû. Ev ewrê hanê jî piştî bahozeke bi vî rengî kureyî peyde bû.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN