Sê demsalan rengê xwe nîşanî me dide û me difikirîne. Bi ewrên baranê re asîman bêdeng, dar bêdeng û çivîk bêdeng dibin… Bi ewrên baranê re çavên her tiştî li benda baranê dimînin.

Niha asîman xwe bi ewrên baranê girtiye û her tişt di nava bendewariyek de ye. Hesta bendewariyê zêdetir xwe bi ewrên dagirtî hîs dike. Lê bendewariyeke xweş û pêkhatî… Bendewariyeke ku her dem, deqe û saet hêviya barînê bihêztir dike û di demek kin de ev hêvî vediguhere rastiyê.
Mizgîniya baranê ne ewrên dagirtî. Ji nedîtî ve tên û dibin rengên demsalan ên herî xemgîn. Lê ev xemgînî ne ji rêzê ye ji hebûn û rastiya xwezayî pêk tê û dibe nîşaneya yekbûna însan û xwezayê. Ji ber wê ye ku reng û hebûnên xwezayî gelek caran bêyî ku em hay ji xwe hebin ji aliyê erênî û neyînî ve bandora xwe li ser me çêdikin.
Ewrên baranê wekî stranên bêdeng disekinin… Li benda pêkhatineke mucîzewî ya ji nişkave dimînin. Carna bi saetan carna bi rojan, carna jî bi hefteyan. Lê her bi aramî dimînin. Aramiya wan, têgeha sebrê tîne bîra te û ev yek ji bo te dibe mînaka libendêmayîna rast a hemû tiştî. Tu bi sekna wan têdigihîjî ku divê li benda çi bimînî li ya çi nemînî. Bendewarî ji bo çi baş e, ji bo çi nebaş e. Lewre gelek bendewarî hene ku carna te dixelitînin û tu herî dawî têdigihîjî ku divê baş bizanibî çi rast û baş, çi pêkan û nepêkan e, çi bendewariyê pêwîst dike, çi nake.
Ewrên dagirtî, zanîna bêdawî û aramiya bêsînor nîşan didin. Dema ku em baş li wan mêze bikin; em ê bizanibin zanîn çi ye û aramiya ku em lê digerin li ku ye.
Niha di vê destpêka meha adarê de ewran xwe ji bo baranê amade kirine. Ev amadekarî ji bo pêkhatin û xweşikbûna biharê ye. Kêlî bi kêlî xwe ji bo barîna baranê amade dike û bi brûskan mizgîniya barana ku her car dibe vejîneke bêdawî dide. Ji ber wê ewr ne rondikan, vejînê dibarîne û hesta jinûvejiyînê bi hezaran caran diafirînin.
Niha van hevokan jî bi îlhama ku ji ewrên baranê digrim dinivîsînim. Her çiqas ku hesta dubarebûna nivîsan bijîm jî; baş dizanim ku ji bo mijarên bi vî rengî tu tişt nabe dubarehî. Ji ber ku dubarebûna di vê mijarê de, her carê bi xwe re hesta ‘xwebûn’ û gihîştina rehên jiyanê diafirîne.
Çend roj berê hevaleka hêja ji zindanê ji min re got: “Mijarên li ser xwezayê yanî vegotina xwezayê ji bo nivîsê baş e. Em li zindanê bi hevokên wiha hinek digihîjin tama xwezayê.” Ev gotin ligel xemgîniyê bi min re israra mijarên bi vî rengî afirand. Jixwe dema ku ez behsa xwezayê dikim destpêkê bi hezaran girtî tên ber çavên min û hîs dikim ku rewşa wan di vî warî de çiqas zor e! Lê têdigihîjim ku jixwe tişta wan li ser piyan dihêle û di mercên herî zor de jî berxwedana wan a bêsekin bingeha xwe ji vê yekê digre.
Ewrên baranê niha risteyek ji helbesta Hêmin Mukriyanî ya bi navê “Bulbulî bal şikaw”  ku bi dengê yek ji endama koma Kamkaran Mîryem Îbrahîmpur bi stran tê gotin anî bîra min: “Kewî bêdeng î naw biharan e /gulî bêreng î çaw le baran e.”
Vê risteyê diyarî hemû girtiyan dikim û hêvîdar im ku ev ‘bendewarî’ bi mûcîzeyek wekî ewrên baranê bi dawî bibe.


DÎLAN AYDIN