Komîserê NY biryara Slovakyayê ya duh şermezar kir, ku got ‘Ew ê bi tenê 200 penaberên Xiristiyan qebûl bikin’ û ev nirxandin kir: „Divê kar û barên qebûlkirina penaberan li gorî hesasiyeta mirovan bên kirin. Pêwîste di vir de destûr ji cihêkariya olî re neyê dayîn.“

Gûterres anî ziman ku nêzîkatiya welatên Ewropa li pirsgirêk koçberî û penaberiyê ‘înkar’ e û careke din destnîşan kir ku pewîstî bi tevgereke hevpar û bi hev re heye. Komîserê Bilind ê NY diyar kir ku welatên Ewropayê zehmet e pirsgirêka koç û penaberiyê bi tena serê xwe çareser bikin û da zanîn ku divê YE polîtîkayeke hevpar bimeşîne.Antonîo Gûterres da xuyakirin ku penaber dikarin pirsgirêka nifûsê û valahiya hêza kar a li welatên Ewropayê çareser bikin û got, „Koçberî, ji bo ‘hin serêşiyên Ewropayê’ beşek ji çareseriyê jî pêşkêş dikin.“Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, hejmara penaberên ji destpêka vê salê ve hatine welatên Yekîtiya Ewropayê 260 hezar e.

CENEVRE