Yek ji parêzerên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Trênê ya Enqereyê Sanem Doganglu, komkujî û pêvajoyên dadgehkirina komkujeran li Tirkiye û Ewrûpayê, nirxandin.
Sanemê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî komkujiyan gumanbar yek bi yek tên berdan û aqûbeta gelek endamên DAIŞ’ê yên hatine radestkirin jî nayê zanîn û wiha peyivî: “Wek Tirkiyeyê li Ewrûpayê jî endamên DAIŞ’ê bi awayekî zelal nayên dadgehkirin. Gumanbarê herî girîng ê komkujiya 10’ê Cotmehê, Nusret Yilmaz der barê wî de gelek dosya hene û gumanbarê fîrarî ye. Ev gumanbar nehat girtin, hewl da di ser Gurcistanê re bireve û piştre radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî hat radestkirin jî aqûbeta wî nayê zanîn.”
DAIŞ´î ji Tirkiyeyê razî ne
Sanemê got, “Me di komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê de jî dît. Hevjînên DAIŞ’iyan ne tenê hevjîn, mîlîtan û pêvajoya ku komkujiyê pêk tînin jî birêxistin dikin.”
Sanemê bi bîr xist ku li Rojava û Sûriyê jî ji ber şer derfetên dadgehkirina DAIŞ´iyan nîne û wiha dewam kir: “Welatên Ewrûpayê jî ji vê yekê re çareseriyekê peyde nakin. Dikarin bi hêsanî çareser bikin, lê naxwazin endamên DAIŞ’ê bigirin axa xwe. Lê Tirkiye li dijî vê bêdeng dimîne. Tirkiye endamên DAIŞ’ê bê ceza dihêle. Dema rewş wisa be endamên DAIŞ’ê jî dixwazin li Tirkiyeyê bên dadgehkirin.”
Sanemê di dawiya axaftina xwe de got, parêzerên li Tirkiyeyê bi parêzerên li Ewrûpayê re di têkiliyê de ne û ew hewl didin ku dadgehkirina DAIŞ´iyan li gorî hiqûqa navneteweyî di çarçoveya ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ de bê nirxandin.
JINNEWS/ENQERE