Ewrûpa ji germê dikele û dişewite
Li gelek welatên Ewrûpayê dinya gelekî germ e. Li gelek herêman daristan dişewitin. Li Yewnanîstanê jî hejmara mirovên di şewatan de mirî, gihiştî qederê 80´yî.
Li gorî bîlançoya dawî, li rojhilatê Yewnanîstanê û paytext Atînayê, 79 kes ji ber şewata li darisatnan mirin, zêdeyî 160 kesî jî birîndar bûn.
Şewata li daristanan ji ber bê zû belav dibe. Lewma fikar hene ku bîlanço ji ya hatî eşkerekirin jî girantir be. Gelek welatan pêşniyaz li Yewnanîstanê kir ku ji bo destwerdana li şewatê bi hewara wê ve biçin.
Li gelek deverên bakurê Ewrûpayê jî şewatan daristan dane ber xwe. Li Swêdê qadeke ji 25 hezar hektarî şewitî. Li gelek deveran şewat hate vemirandin, lê hîn li 20 herêman dewam dike. Rayedaran hişyar kir û got, ji ber ku dinya gelekî germ e, dibe ku rojên bê li gelek deveran şewat rûbidin.
Li herêma Laponya ya Fînlandiyayê jî agir bi qadeke berfireh a daristanê ket. Ji ber şewata li başûrê Letonyayê, rayedarên Belarûsê ji bo vemirandinê alîkarî şandin. Li vî welatî di nava hefteyekê de qadeke daristanî ya ji hezar hektarî şewitî.
Li Elmanyayê jî pileya germê 30-35 e. Rayedaran xelkê welêt hişyar kir. Ji ber germê, vexwarinên cemidî yên mîna bîra li Elmanyayê gelekî zêde tên firotin.
Li bajarê Holanda Amsterdamê, ji ber tesîra germê ya li ser hesin, 12 pir li trafîkê hatin girtin. Li Belçîka û Fransayê jî pileya germê ji 35’an bihurî. Swêd û Letonyayê mekanîzmaya xwe ya parastina sivîl ceribandin. 8 welatên Yekîtiya Ewrûpayê jî bersiv da banga alîkariyê ya Stockholmê. Spanya, Fransa, Elmanya, Îtalya, Portekîz, Lîtwanya, Danîmarka, Lehistan û Awusturyayê 7 balafir, 7 helîkopter, 340 agirkuj û 60 qemyon şandin. ATÎNA