Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê, ji bo grevên birçîbûnê û çalakiyên rûniştinê yên li Bruksel, Berlîn û Strasbourgê yên di navbera 1 û 5’ê Nîsanê de, banga beşdariyê kir.

KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, ji bo daxwazên bingehîn ên berxwedêrên greva birçîbûnê bên qebûlkirin, divê zexta li ser Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewrûpayê were zêdekirin û ji bo vê jî banga beşdariya li çalakiyên girseyî kir.

Li gorî daxuyaniyê wê di navbera 1-5’ê Nîsanê de bi hevdemî li Brukselê li ber avahiya Parlamena Ewrûpayê, li Berlînê li ber avahiya Parlamena Federal û li Strasbourgê li ber avahiya Konseya Ewrûpayê çalakiyên girseyî yên rûniştinê û grevên birçîbûnê pêk werin.

Bi ruhê Newroza 2019´an

KCDK-E’yê ragihand ku bêdengiya Konseya Ewrûpayê û CPT´yî hevkariya bi sûcê dewleta Tirk re ye û got, çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê bang li Konseya Ewrûpa û CPT kirine ku wezîfeya xwe bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin, bi ruhê Newroza 2019’an xwedî li çalakiya bi rûmet a berxwedêrên greva birçîbûnê bê derketin û hate gotin, “Em bang li mirovahiya bi rûmet û dostên xwe hemûyan dikin ku bi rengekî çalak tevlî çalakiyên li Bruksel, Berlîn û Strasbourgê bibin.

Em bang li welatparêz, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, nûnerên komên baweriyan, jin, ciwan û her kesên li dijî dîktatoriya Erdogan in hate kirin, bi xurtî tevlî çalakiyên rûniştinê û grevên birçîbûnê bibin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN